Wê 3’yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd bê lidarxistin 2025-09-30 14:49:54     NAVENDA NÛÇEYAN -Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd di daxuyaniyekê de ragihand ku wê 3’emîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd di navbera Kanûna 2025 û Çileya 2026’an de bi tevlîbûna 300-350 delegeyan li Silêmaniyê were lidarxistin.   Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ku ji 41 rêxistinên jinan, partî, akademîsyen û kesayetên serbixwe pêk tê, di 27’ê Îlonê de li Silêmaniyê Yekem Civîna xwe ya Navberê li dar xist. Platformê encamên civînê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re eşkere kir.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryar hatiye dayîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd di navbera Kanûna 2025 û Çileya 2026’an de li Silêmaniyê were lidarxistin.   Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku ji ber girtina deriyê sînor yê Sêmalka endamên platformê nekarîne tevli civînê bibin û ev yek jî wek astengiya li pêşiya yekitiya neteweyî hatiye pênasekirin. Hat xwestin ku dawî li van kiryarên xelet were anîn.   Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di civînê de nirxandinên berfireh ji bo çalakî û pêvajoya siyasî ya heft mehan hatiye kirin û bi plansaziya Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd civîn bi dawî bûye.   Her wiha hatiye gotin: “Biryar hatiye dayîn ku Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd di navbera Kanûna 2025 û Çileya 2026’an de li Silêmaniyê were lidarxistin. Komîteya Amadekariya Kongreyê hatiye damezrandin û xebat dest pê kiriye. Biryar hatiye dayîn ku Kongre ku dê bi 300-350 delegeyan were lidarxistin, dê bi amadekariyên pêşîn ji bo peymanek yekîtiya neteweyî û modelek rêxistinî were lidarxistin. Komîteya Amadekariya Kongreyê dê di vê heyamê de erkên rêveberiya Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd pêk bîne û Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd dê ji çalakiyên kongreyê ya li beşan berpirsiyar be.”