ROJEVA 30'Ê ÎLONÊ 2025'AN 2025-09-30 09:00:00     * Nûnera KCDP ya Îzmîrê Tulîn Osmanogullari, destnîşan kir ku îlankirina "Sala Malbatê" ne polîtîkayeke nû ye û piştî Peymana Stenbolê polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike zêde bûne û got ku desthilatdariya siyasî ji kuştina jinan sûcdar e. BI DÎMEN    * Endamên Partiya Die Linke ya Almanya, li ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" nirxandin kirin û gotin, "Tevgera Azadiyê ya Kurd gaveke mezin avêt. Niha, pêşveçûna pêvajoya aştiyê bi gavên ku Tirkiye biavêje ve girêdayî ye." DÎMEN HEYE