Ji bo tevlîbûna meşê bang hat kirin 2025-09-29 11:30:06   AMED - Platforma Saziyên Demokratîk ji bo meşa ku wê 1’ê Cotmehê bi dirûşma "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê heya Enqereyê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) dê ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1'ê Cotmehê de meşek tê lidarxistin. Derbarê meşê de Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê daxuyanî da.   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ahmet Dogan, diyar kir ku ji bo azadiya Rêber Apo 250 jin wê 1’ê Cotmehê bimeşin. Ahmet Dogan anî ziman ku heya Rêber Apo azad dibe, ew ê çalakiyên xwe mezin bikin û bidomînin. Ahmet Dogan got, “Azadiya Rêberê Gelê Kurd wê bibe wesîleya azadiya jinan û gelên din jî. Lewma em bang li hemû hevalên xwe dikin ku 1’ê Cotmehê werin Dûraka Çeşme ya li pişt AVM a Ceylan Karavil.”   Hevseroka DBP’ê Ruçem Vefa Elyakut jî destnîşan kir ku ew ê bi bawerî û biryardariyeke mezin vê meşê lidar bixin û wiha axivî: "Di meşê de wê 5 daxwaz, 7 xal û 7 sernav pêk bên. Em ê meşa xwe li Amedê bidin destpêkirin û li Enqereyê bi komcivînê bi dawî bikin.    Wê li Riha, Dîlok, Edene, Mersîn û Enqereyê temam bibe. Di vê meşê de em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û sîstema li ser esasê aştiya civakî daxwaz bikin. Em bang li hemû jinan û gelan dikin; her jinek gavek e, ger gavek berxwedanek, her berxwedanek jî hêviyek e.    Werin em di vê meşa hêviyê de cih bigirin. Em ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û ya hemû gelên cîhanê bi hev re bimeşin û dengê xwe bilind bikin.”