PDK li ser sînorê Rojava dîwar çêdike 2025-09-28 18:46:10   NAVENDA NÛÇEYAN - PDK'ê, di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dest bi çêkirina dîwarên bilind kiriye.   Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi danîna dîwarên 3 metre bilind û 75 santîmetre stûr li ser sînorê Başûra Kurdistanê, Rojava dorpêç dike.   PDK dixwaze dîwarê sînor ê ku berê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû destpêkirin di navbera sînorê Şengal-Rojava de û heta sînorê Rabîa-Til Koçer nêzî deriyê sînor ê Pêşxabûrê li hemberî deriyê sînor ê Sêmalkayê berdewam bike. PDK'ê ku di vê çarçoveyê de amadekariyên xwe temam kirin û dest bi çêkirina dîwar kir.   Lêkirina dîwarê piştî piştî daxuyaniyên gefxwarinê yên dewleta Tirk û serokê Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri li dijî Rojava, nîşan dide ku ji bo Rojava planên cuda hene? Ev helwesta PDK'ê li ser sînorê Rojava gelek pirs derdixe pêş, gelo ew jî di van planan de cih digire lê na?   PDK'ê ku di 27ê Mijdara 2024'an de piştî ku hêzên HTŞ'ê Şamê bi dest xistin deriyê sînor ê Sêmalkayê girt, li ser sînorên xwe dîwarek ava kir, ev jî xetereya li ser Rojava nîşan dide.