'Divê komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike' 2025-09-28 15:07:00     STENBOL - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ji bo komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike divê Kurtulmuş berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bîne.    Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşxistin û Çandê ya Gêxî-Azarpêrt-Xorxol-Çêrmeyê (KAYY-DER), li eywaneke dawetan a li navçeya Umraniya ya Stenbolê hevdîtina bi gel re li dar xist. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Wekîlê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulaku, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. Beşdarên ku mafê axaftinê girtin xwestin Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Hulaku jî pirsgirêkên li Çewligê û rêbazên têkoşîna li dijî wan vegot.    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Heno Ronak jî diyar kir ku divê Kurdî were naskirin û bibe zimanê perwerdeyê, navên bajar û gundan ên bi Kurdî bên naskirin û astengiyên qanûnî yên li pêşiya Kurdî bên rakirin.    Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêyeke nû vekiriye û ya dikeve ser milê wan jî berfirehkirina vê rêyê ye. Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Tekane rêya ku Tirkiye li hemberî geşedanên li Rojhilata Navîn xwe ser pêyan bigire, çareserkirina pirsgirêka Kurd e. PKK ne sedema pirsgirêka Kurd e. Em qala pirsgirêkeke sed sal e didome dikin. Pirsgirêka înkarkirina Kurdan heye. Lewma pirsgirêk tenê bi çekberdana PKK’ê çareser nabe. Heke Tirkiye demokratîk bibe pirsgirêk dikare çaresr bibe. Du peywirên komîsyonê hene; yek ji wan civakîkirina aştiyê û ya din jî amadekirina yasayên pêwîst e. Beşa ewil êdî piranî qediya. Niha jî dora avêtina gavên têkildarî sererastkirinên yasayî ye. Lê hêj tu gav nehatine avêtin. PKK’iyên çek berdane venegeriyan welat. Ji ber ku zemîneke yasayî nîne. Divê mercên yasayî bên avakirin. Divê komîsyon tavilê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Ji bo vê divê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Divê yasayên veguhêz bên kirin. Ji bo girtiyên siyasî û kesên ji neçarî sirgûn bûne sererastkirinên qanûnî bên kirin. Divê di yasayên înfazê de guhertin bên kirin û TMK û CMK bên guherandin.”    Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî mafê hêviyê û got: “Dibêje ‘komîsyon dikare mafê hêviyê ji meclisê derbas bike.’ Ji bo cîbicîkirina mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan divê em li her derê têkoşînê bidomînin.”