Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2025-09-28 09:14:00     NAVENDA NÛÇEYAN- Hejmara 135'emîn a Kovara Jinê bi sernava "Gotina Ekolojîk a ji Bestayê Bilind Dibe" hate weşandin.   Hejmara 135'emîn a Kovara Jinê bi sernava "Gotina Ekolojîk a ji Bestayê Bilind Dibe" hate weşandin. Di vê hejmarê de jinan bal kişandine ser qirkirina ekolojîk, pergala kapîtalîst û baviksalar.    Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:   *Laşê xwezayê-Serhildana xwedawendan a li Bestayê/ Rihan Gok   *Fikirandina aştiyê ya wekî destpêka jiyana ekolojîk/Leyla Çite    *Hilweşandina desthilatdara mêr a kapîtalîst; Qeyrana avhewayê /Menekşe Kizildere   *Parkên ekolojîk ên bajarên li dijî karesatê xurt: Parka Jiyan (Afet) / Bediz Yilmaz   *Nobeda serhildanê ya ber bi lûtkeya Bestayê ve /  Rojda Bedia Akkaya   *Ji bo jiyanê em li bestayê meşiyan : Qêrîna azadî û aştiyê ya li hember ekokirimê / Cemile Kaçar