Ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan: Em bêdeng namînin 2025-09-27 16:16:07   AMED - Jin li Amedê di salvgera mirina biguman a Rojîn Kabaîşde meşiyan û diyarkirin ku heqîqet derketiye holê û pirsa çi bi Rojîn Kabaîş hat pirsîn.   Li Amedê ji bo Rojîn Kabaîş ya li Wanê bi guman jiyana xwe ji dest ji Qada Deriyê Çiyê heta Mizgefta Mezin meşiyan. Pankarta ‘Ji bo Rojînê edalet’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘bijî berxwedana jinan’, ‘jin jiyan azadî’, ‘Ji bo Rojînê Edalet’, ‘Em hemû Rojînin’ berzkirin.   Li ber Mizgefta Mezin daxuyanî hat dayîn û ewil xwişka Rojîn Kabaîş, Elîf Kabaîşaxivî. Elîf Kabaîş da zanîn ku salek di ser windabûna Rojînê de derbas bûye û ev saleke lêgerîna edaletê dimeşînin. Elîf Kabaîş da zanîn ku ew ji bo hemû kesên ku piştgirî dane wan û bûne dengê wan spas dike û got têkoşîna wan hêzê dide wan.   Elîf Kabaîş di berdewamiyê de ev pirs pirsîn:   “*Rojîn ya di 27’ê îlona 2024’an de ji yurdê derket venegeriya. Midûrê Yurdê çima 17 saet şûnde agahî da malbatê?   *Rojîn 18 roj şûnd eli gundê Molakasim hat dîtin. Rojîn di avê debûna wê 24 kîlometre çawa biçûya wir?   *Waliyê Wanê ji bavê min re gort keça te întîxar kiriye tiştekî bê kirin tuneye. Bêyî otopsiyê kê ev raye da?   *Dema otosiyê de rektor ket odeya otosiyê û derket. Bi çi mafî tiştek wisa kir?   * Du DNA’yên mêran hatin tespîtkirin lê nehatin aşkerakirin yên kê ne. Ev DNA ji kîjan beşa beden hatine girtin tên veşartin, çima tê veşartin?   *Xwîna li ser atletê Rojînê aydê kê ye?   *Sînorkirina ser lêpirsînê çima nayê rakirin?   *Ji roja ewil de tevî delîl tunebûn gotin întîxare. Çima israr dikin?   *Edalet pêk nehat, hinceta pêknehatina edaletê çiye?   *Qeydên kamerayê  di sînorê yurdê de bidawî dibe? Çima ev kêmasî heye?   Piştî Elîf Kabaîş yek ji parêzerên dosyayê Îrem îlham jî der barê dosyayê de agahdarkirin kir.   Dayika Rojîn Kabaîş , Aygul Kabaîş jî axivî û destnîşan kir ku divê gumanbar bên darizandin.   Daxuyanî bi dirûşmeyên jin jiyan azadî bidawî bû.