Şandeya jinan a Rojava li Swîsreyê dest bi hevdîtinan kir 2025-09-27 09:28:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a Rojava ya ku li Elmanyayê hevdîtinên xwe temam kir, li Swîsreyê bi parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û gel re civiya.   Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) piştî hevdîtinên xwe yên li Elmanyayê derbasî Swîsreyê bû. Şande ji Hevseroka Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Kongra Star Jiyan Hisên û rêvebera Yekîtiya Jinên Suryanî Jorjêt Bersûm pêk tê.   Şande destpêkê li Meclîsa Federal a Swîsreyê bi parlamenterê SP’ê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve Fabian Molina re hevdîtin kir. Şandeyê di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê ragihand û destnîşan kir ku divê mafên jinan û pêkhateyan di ewlehiyê de bin. Molina jî bal kişand ser modela demokratîk a Rojava û got, divê civaka navneteweyî berpirsyarî bigire ser xwe.   Şande piştre bi parlamenterê SP’ê û endamê Koma Dostatiya bi Kurdan re Carlo Sommaruga re civiya. Di hevdîtinê de hate gotin, piştî şerê 14 salan ji bo çêkerên demokrasî, wekhevî û federal hêviyek çêbû, lê belê xeteriya bêistiqrariyê û zext didomin.   Sommaruga biryara piştevanî û naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku 22’yê Sibata 2025’an ji aliyê Meclîsa Federal a Swîsreyê ve hate qebûlkirin, bi bîr xist û piştevaniya Swîsreyê dubare kir.   Piştî hevdîtinên parlementoyê şande li Haus der Bewegung (Mala Tevgerê) a li Bernê bi rêxistinên jinan, aktîvîstên avhewayê û tevgerên civakî yên curbecur re civiya. Aktîvîstên Swîsreyî eleqeyek zêde nîşanî civînê dan, di civînê de peyamên piştevaniyê derketin pêş.   Şande herî dawî beşdarî civîna gel a li Navenda Civaka Kurd a Bernê bû. Li vir jî rewşa heyî ya Sûriyeyê û têkoşîna jinan hate ragihandin.   Şandeya Jinan a Rojava wê hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê bidomîne û li Lozan, Zurîh, Aarau û St. Gallen bi parlamenter, rêxistinên civakî yên sivîl û gel re bicive. Her wiha şande wê weke axaftvan beşdarî panela li Lozanê bibe.