ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-27 09:00:00     * Jinan der barê pêvajoyê de nirxandin kir û gotin: “Tu fêdeya şer û pevçûnan ji kesî re tune ye. Divê cidî nêzî pêvajoyê bibin.” DÎMEN HEYE    * Ceylan Onkol a li ser axa ku şerê herî dijwar lê diqewime hat qetilkirin, giraniya zarokbûnê ya li ser vê erdnîgarê nîşan dide. Di ser qetilkirina Ceylan Onkol de 16 sal derbas bû. DÎMEN HEYE    * Jinan bertek nîşanê biryara "Mafê hêviyê" ya KWKE’ê da û diyar kirin ku mafê hêviyê ji bo jin û gelên bindest mafekî jiyanî ye. BI DÎMEN    * Hevseroka Komeleya Melayan Esma Alici der barê girîngiya zimanê dayikê de axivî û got: “Di çaremîn ayeta Sureya Îbrahîm de têgotin ku her pêxember bi kewmê xwe re bi zimanê xwe diaxive. Ev jî tê wateya ku divê zimanê dayikê yê gel neyê astengkirin. Berovajî tiştê ku Kuranê Kerîm de tê vegotin, tên kirin. Divê êdî zimanê kurdî bibe zimanê fermî ku em di vê pêvajoyê de bi hev bawer bikin.” BI DÎMEN    *Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş de salek derbas bû lê hîna biryara veşariyê ya li ser dosyayê didome. Yek ji parêzerên dosyayê Zeynep Demîr axivî û got: “Di rapora ATK’ê de DNA’yên aydê du mêrên cuda hatine tespîtkirin lê nehat diyar kirin ku aydê kê ne û ji kîjan beşa beden hatine girtin. Dosya Rojîn Kabaîş girîng e û gelek kes dişopîne. Ji ber vê veşartina li ser dosyayê ne fêdeyê zirarê dide dosyayê.”DÎMEN HEYE    *Têkildarî meşa ku dê di 1'ê Cotmehê de ji Amed ber bi Enqerê ve dest pê bike, aktîvîsta TJA Fatma Ablay destnîşan kir ku pêwîst e azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn dem de were misogerkirin û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên hatine jiyîn rasterast bi vê ve girêdayî ye. BI DÎMEN