Malbata Rojîn Kabaîş: Em ê dest ji lêgerîna xwe bernedin 2025-09-26 09:46:09     AMED - Rojîn Kabaîş a ku cenazeyö wê li kêleka goê hate dîtin sedema mirina wê nehat diyarkirin.  Li gel ku salek di ser mirina Rojîn Kabaîş re derbas bûye jî malbata wê hîna heman pîrsê dipirse: "Çi bi Rojînê hat?"   Rojîn Kabaîş a 21 salî, xwendekara sala yekem a Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê, piştî ku di êvara 27ê Îlona 2024'an de ji wargehê derket, winda bû. Axaftina wê ya dawî ya bi diya wê re di saet 6:30'ê êvarê de bû; çend demjimêr şûnde, dîmenê wê yê dawî li nêzî peravê tê dîtin. Lêbelê, malbata wê 15 demjimêr şûnda ji windabûna keça xwe agahdar dibin. Piştî çend rojan lêgerînê, cenazeyê wê di 15'ê Cotmehê de li peravê gola Wanê li taxa Mollakasım hat dîtin.   Rapora ku ji hêla Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) ve hatî amadekirin, sedema mirinê wekî "xeniqîn" destnîşan kir. Di raporê de tu delîlên êrîş an destdirêjiya zayendî nehatin vegotinû her weha agahî di derbarê dema mirinê an dema binavbûna avê de nehatine eşkerekirin. Salek di ser mirina Rojînê re derbas bû û malbat hem li ser gora wê û hem jî li ber çavên herkesî heman pirsê dipirse: "Çi bi Rojînê hat?"   Malbata Rojîn Kabaîş ji bo salvegera yekem a windabûna wê li ser gora wê merasîmek bîranînê li dar xist. Malbata Rojînê bi ajansa me re li ser mirina nediyar a Rojîn Kabaiş axivî.   'Em ê dest ji lêgerîna xwe bernedin'   Dayika Rojîn Kabaîş, Aygul Kabaîş, meraqa xwe ya li ser tiştê ku bi serê keça wê hatiye anî ziman û got: "Roja Şemiyê salek dibe. Mîna ku duh ji malê derketibe... Min û zarokên xwe gelek êş kişandin; em salek e bi vê êşê dijîn. Em niha ji hêla psîkolojîk ve pir perîşan bûne. Em pir meraq dikin ka çi bi serê Rojînê hatiye. Em dixwazin sedema mirina wê bê eşkerekirin. Ez dibêm destê her kesî di vê yekê de hebû. Ger ew lê miqatebûye, dema ku ji wargehê derket wê tiştek pê nehata. Ew du rojan çû dibistanê, piştre çû supermarketêû ev qewimî. Çima ew vê yekê dernaxin holê? Heta ku em sax bin, em ê dest ji lêgerîna xwe bernedin. Roj û şev, em meraq dikin, 'Çi qewimî, çawa qewimî?' Em nikarin razên."   'Wê tenê karibû xeyala xwe ya sê salan sê rojan bijî'   Xwişka Rojîn Kabaiş, Elif Kabaiş, diyar kir ku ew salek e têdikoşin, lê divê raya giştî jî piştgiriyê bide wan û got: "Em salek e têdikoşin. Ev ne tenê bi me ve girêdayî ye. Em hêvî dikin ku hemû mirov li kêleka me têbikoşin. Em dixwazin bi gel re bersiva pirsa 'Çi bi Rojînê hat?' bistînin. Sibê salvegera mirina Rojînê ye; em ê meşekê li dar bixin. Bi yekîtiya gel, em ê bipirsin 'Çi bi serê Rojînê hat?' Rojîn xwendekarek bû, keçek xwedî xeyal bû.  Wê beşa dixwest qezenc kir,  lê xeyala xwe ya 3 salan tenê sê rojan jiya.  Xeyala wê nîvco ma. Divê edalet were bicîhanîn."