Ewropa ji rojavayê Kurdistanê hêzê digire 2025-09-24 09:05:37   Derya Ren     NAVENDA NÛÇEYAN - Emîne Omer diyar kir ku di hevdîtina kirin de pergala rêveberiya Xweser a li Rojava hatiye avakirin, ji bo jinên Ewropayê dibe çavkaniya îlhamê û wiha got: “Mînak şaredarê Parîsê di hevdîtina bi me re kir de got 'em hêzê ji wan digirin û ji tecrubeyên wan îstifade dikin. Em dixwazin li şaredariya Parîsê meclîsa jinan ava bikin' û got ku dest bi xebatan kirine.”   Heyeta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6’ê îlonê de ji bo hevdîtinan çûn Ewropayê. Heyetê li Swîsre, Almanya, Fransa û Belçîkayê civîn pêk anîn, tevli konferans, panel û bernameyên çandî bûn. Her wiha ji bo dan û standina tecrubeyan jî wê di rojên pêş de bi parlamenterên Belçîka û Swîsreyê re bên gel hev.   Endama Lijneya Rêveberiya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Civaka Jinan a Zenubiya  Şehrezad El Casim, Endama Koordînasyona Kongreya Star Jiyan Hisên û Berdevka Yekitiya Jinên Suryanî Jorjet Bersum di heyetê de cih digirin.   Endama Lijneya Rêveberiya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Emîne Omer der barê hevdîtinên li Ewropayê kirine de nirxandin kir.   Ragîhandina pêvajoya li Rojava û Sûriyeyê                  Emîne Omer daxuyakirin ku ji 15 rojan zêdetire li Ewropayê ne û di vê pêvajoyê de bi saziyên jinan, saziyên fermî û gelek rêxistinên mafan re hatine gel hev û wiha vegot: “Yek mijara me nîqaş kir rewşa Rojava bû. Rewşa jinên Rojava û Sûriyeyê, qetilkirinên li Siwêdayê tên jiyînê bû. Me mijar ragîhandin. Li aliyê din me di alî koçberikrinên piştî hilweşîna rejîmê ragihandin kir. Di alî vegera gel a ser axa xwe de me agahî dan.”   Helwesta hikûmeta Şamê ya demkî   Emîne Omer daxuyakirin ku li ser Sûriyeyeke demokratîk nîqaş meşandine û wiha got: “Me got daxwazên gel yên demokratîk hene. Gel tune tên hesibandin. Mafê jinan tune tên hesibandin û jin di plana dawî de tên hiştin. Di hikûmeta Şamê ya demkî de behsa demokrasiyê kirin ne pêkane. Me got gel her cureyê pirsgirêkan re tên rû hev. Me got hikûmeta demkî pergala yekparêz dihewîne.”   ‘Israra Rojava a di dîplomasiyê de heye’   Emîne Omer di berdewamiyê de daxuyakirin ku pergala demokratîk a  rêvberiya xwser a li Rojava hatiye avakirin jî axivîne û wiha domand: “Nêzîkatiya pergala li Rojava hatiye avakirin a li hember galan li holê ye. Jiyanek nû ava dikin. Em cudahiyekê navbera rejîma Baas û hikûmeta niha de nabînin. Lê israra Rojava a di dîplomasiyê de heye. Hikûmetê biryara hilbijartinê girt û em di biryarê de nêrîna wan ya li hember galan dibînin. Li dijî vê pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avkairin wê bê dîtin ku çiqas demokratîk e. Gelê Siwêdayê û gelên bajarên peravê yê Sûriyeyê  pergala li Rojava ji xwe re mînak digirin û  dixwazin pergalek wisa ava bikin.”   'Şaredariya Parîsê ji Rojava îlhamê digire'   Emîne Omer destnîşan kir ku di hevdîtinên  der barê naskirina Rojava de dan û standina fikr û nêrînan hatiye kirin û ev tişt bi lêv kir: “Heyetên bi me re hevdîtin kirin, gotin 'pergala li Rojava dişopînin û têkoşîna jinan ji nêz ve dişopînin.  Rola jinan a di şoreşê de dibînin'. Jinên di heyetê de cih girtin hinekan gotin ku ew hatine Rojava û şopandine. Mînak şaredarê Parîsê di hevdîtina bi me re kir de got 'Em hêzê ji wan digirin û ji tecrubeyên wan îstifae dikin'. Got  ku ew dixwazin li şaredariya Parîsê meclîsa jinan ava bikin û dest bi xebatan kirine.”   Banga 27’ê Sibatê   Emîne Omer di dawiyê de bal kişand ser banga 27’ê Sibatê ya ku Abdullah Ocalan kiriye û got di hevdîtinê de bandora bangê ya li ser Rojava hatiye axaftin. Emîne Omer her wiha diyar kir gundê Jinwar yê li Hesekê hatiye avakirin jî mereq dikin û wiha dawî lê anî: “Der barê têkoşîna jinan de agahdarkirin hat kirin. Gotin ji berxwedana jinan a li dijî DAIŞ’ê hêz girtine. Me jî çavdêriya xwe ya HTŞ’ê ya li hember jinan ragîhand.”