Civîna MYK a DEM Partiyê bidawî bû 2025-09-23 21:12:54   ENQERE- Civîna MYK DEM Partiyê ku ji bo geşedanên rojane binirxîne civiya, 10 saetan berdewam kir.   Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca geşedanên rojane binirxîne li navenda giştî ya partiyê hat gel hev. Di civîna ku di bin hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari de pêk hat, asta ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiyê, aliyên qels mane yên pêvajoyê û geşedanên din yên rojane hatin nirxandin. Civîn 10 saetan berdewam kir. Der barê civînê de hevberdevka partiyê Ayşegul Dogan wê sibê li navenda giştî daxuyaniyê bide çapemeniyê.