Li dijî zewicandina zarokan belavok hatin belavkirin 2025-09-23 15:41:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinan û Jinên Ciwan ên Ermen li Hesekê der barê xetereyên zewicandina zarokan de çalakiyek li dar xist.   Ji bo hişyarkirina der barê xetereyên zewicandina di temenê biçûk de, bandorên wê li ser civakê û bandora adet û kevneşopên ku ji ber zîhniyeta baviksalar, Yekitiya Jinan û Jinên Ciwan ên Ermen çalakiyek li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar xist. Di çalakiyê de belavokên hişyariyê yên bi sernavê "Na ji zewicandina temenbiçûkan re" belav kirin.   Belavok li Qada Azadiyê ya navenda bajêr, ji Çerxeyêya Merşo heta Dêra Asûrî ya li taxa Til Hacer li rêwiyan û dikandaran hatin belavkirin.   Hevseroka Tevgera Ciwanên Demokratîk a Ermen Lusnak Kavoriyan got gelek jin hîn jî dikevin bin bandora zîhniyeta baviksalar, bi taybet têkildarî zewicandina biçûkan de ku dibe sedem jinên ciwan rastî tundiyê bên û ji zarokatiya xwe bê par dimînin. Lusnak Kavoriyan diyar kir ku armanca vê çalakiyê ew e ku bandora jinên ciwan di civakê de xurt bike û got: "Erka me jinan e ku em zarokên keçîn ji zewicandina di temenê biçûk de biparêzin.”   Heman çalakî tê plankirin ku di demên pêş de li bajarên Qamişlo û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê û her wiha li kantonên Reqa û Dêrazorê jî were lidarxistin.