Di serdegirtina komele û malên kurdan de derî hatin şikandin 2025-09-23 14:24:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Draguignan ê Fransayê, di serdegirtina polîsan a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û gelek malan de 3 kes hatin binçavkirin. Polîsan deriyê malên sê welatparêzên kurd şikandin û ketin hundir.   Li bajarê Draguignan ê Fransayê, di serdegirtina polîsan a li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û gelek malan de 3 kes hatin binçavkirin. Polîsan deriyê malên sê welatparêzên Kurd şikandin, ketin hundir û ew binçav kirin.   Li gorî agahiyan, kesên hatin binçavkirin xebatkarên Meclîsa Gel a navendê Erdal Çelîk, Şenol Karadag û Ridvan Al Gemî ne.   Li gorî agahiyan, di serdegirtinê de hin belgeyên fermî yên komeleyê jî di nav de hin dokûmanter hatin desteserkirin. Li ser sedema serdegirtinê daxuyanî nehate dayin. Lê belê tê gotin, polîsên antî-terorê serdegirtin kirin.   Navenda Civaka Demokratîk a Draguignanê piştî serdegirtinê daxuyaniyek da, nerazîbûn nîşan da û got, "Nayê fêhmkirin û nayê qebûlkirin."   Navenda Civakê bang kir ku tavilê dest ji krîmînalîzekirina gelê Kurd û saziyên wê bê berdan. Her wiha bang li Kurdistaniyên li Draguignanê kir ku xwedî li komeleya xwe derkevin. Piştî bangê girseya gel li ber komeleyê li hev kom bû.