Zilar Stêrk: Tecrîd hêj jî berdewam dike 2025-09-22 10:36:57    NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk, bal kişand ser tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Pirsgirêka Kurdan a herî bingehîn û bûye kangren dixwaze çareseriya wê pêk bîne, bi mehê carekê bi hevdîtinekê çareserî pêk nayê. Piştî çend saetên hevdîtinê heyetê dîsa radibin Serok Apo li pişt deriyan kilîd dikin. Wê bi wî awayî çawa çareserî pêk were? Ev tecrîd e, hê jî berdewam dike.   Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibatê de hate destpêkirin bi geşedan û nîqaşan berdewam dike. Piştî ku Abdullah Ocalan bang kir, PKK'ê di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe ya 12'yemîn li dar xist û biryara xwefesixkirinê ragihand. Li ser banga Abdullah Ocalan komek gerîla bi navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi serkêşiya Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat di 11'ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li navçeya Dukana Silêmaniyê li hev civiyan, bi merasîmekê çekên xwe îmha kirin. Piştî îmhakirina çekan di bin banê Meclîsa Tirkiyeyê de “Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Netewî” hate avakirin.   Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrkê di hevpeyvîna taybet de pirsên Ajansa Welat bersivandin.   * We Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek sermuzakerevan ragihand û hûn daxwaza demildest a azadiya wî dikkin. Lê belê heta niha ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan tu gavek nehatiye avêtin, gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?   Piştî şeş salan cara yekemîn parêzerên Serok Apo çûn Girava Îmraliyê û hevdîtinek pê re kirin. Serok Apo bi rêya parêzerên xwe ji her kesî re silav rê kiribû. Em jî silavên wî digirin ser xwe û silav û hezkirinên xwe jê re dişînin.   Pêvajoya ku bi înîsiyatîfa Serok Apo hate destpêkirin, ne pêvajoyek ji rêzê ye. Pêvajoyeke pirr girîng û dîrokî ye. Çareseriya pirsgirêka Kurdan ya sedsalane digire dest û çareseriya vê pirsgirêkê ya demokratîk ji xwe re kiriye armanc. Di vê çarçoveyê de pêvajoyeke pirr stratejîk tê meşandin. Divê nêzîkatiya li hemberî Serok Apo jî wisa be. Em Serok Apo wekî muzakerevanê xwe yê sereke dibinin, hem wek tevger hem jî wekî gel. Em Serok Apo bi vî şiklî pênase dikin. Helbet nêzîkatiyên tên nîşandan jî divê di vê çarçoveyê de bin. Di 27'ê Sibatê de înîsiyatîf girt ser xwe û banga dîrokî kir ku têkoşîna 50 salî ya çekdarî bi dawî bibe û PKK xwe fesix bike. Me jî wekî Tevgera Azadiya Kurdistanê bersiva erênî da û me kongreya 12emîn a PKKê li dar xist û di çarçoveya bangê de me sê biryarên esasî girtin.   Biryara me ya yekemîn a esasî bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî bû. Ya duyemîn fesixkirina PKKê bû. Me ev her du biryarên stratejîk girtin. Biryara me ya sêyemîn jî biryareke pirr bingehîn a ji bo ev her du biryarên stratejîk ku me girtin e. Me berfirehî girt dest da ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. Yanî heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk neye pratîkkirin û pêkanîna van biryaran mimkun nabe. Qesta me ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo ew e ku Serok Apo ji pişt kilîdan derkeve û sîstema îşkencexaneya Girtîgeha Îmraliyê hileweşê û ji holê rabe da ku Serok Apo bi şiklekî fizîkî dikaribe tevbigere û bixebite.   Em şert danaynin li ku derê be lê belê a muhîm ew e ku ji pişt deriyên Îmraliyê derkeve û azad bijî. Dikaribe di nava qada siyaseta demokratîk de siyasetê bike. Ji bo bikaribe bi erka xwe ya muzakerevaniya sereke rabe, lazim e ku di şert û zurifê azad de bijî. Ji bo ku dema pêwîstî bibîne bixwaze wan kesan bibîne. Tenê çend grûb însan biçin cem wî nabe, bixwaze kîjan aliyê civakê bibîne, bi wan re hevdîtin bike, nîqaş û guftûgo bike, li wan guhdar bike divê ev pêk were. Pêwistî pê heye bi akademîsyenan re bişêwirê, pêwîst e bi rojnamegeran re bicive û nêrînên xwe bîne ziman û bi hiqûqnasan re bicive. Pêwîst e projeyên xwe, nêrînên xwe û fikren xwe bi her kesî re parve bike.   Heke azadiya fizîkî pêk neyê, tê wê maneyê ku hê jî pergala tecrîda îşkenceya li Îmraliyê berdewam dike. Niha tenê Heyeta DEM Partiyê dikare biçe bi Serok Apo re hevdîtinê bike. Heyet jî ji mehê carekê diçe. Meha derbasbûyî carekî çû. Pirsgirêka Kurdan a herî bingehîn û bûye kangren dixwaze çareseriya wê pêk bîne, bi mehê carekê bi hevdîtinekê çareserî pêk nayê. Piştî çend saetên hevdîtinê heyetê dîsa radibin Serok Apo li pişt deriyan kilîd dikin. Wê bi wî awayî çawa çareserî pêk were? Ev tecrîd e, hê jî berdewam dike.   * Ji bo bicihanîna “mafê hêviyê” nîqaş berdewam dikin. Gelo bicihneanîna “mafê hêviyê” ne binpêkirina mafê mirovî ye?   Ji sala 2014an ve biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hebû. Ev cezayê mubeda girankirî ji holê bê rakirin û biryar dabû ku ‘mafê hêviyê’ pêk were. Cezayê muebeda girankirî li dijî mafê mirovan hatibû dîtin. Ji ber vê yekê diviyabû dewleta Tirk di yasa û hiqûqa xwe de guhertin pêk bianiyana. 11 sal bi ser re derbas bûne di warê qanûnî û hiqûqî de tu guhertinek nehatiye çêkirin. Ev salek bû mohlet dabûn Tirkiyeyê lê dîsa guhertinek çênebû û vaye dîsa biryar li Konseya Ewropayê tê nirxandin. Encamên ji wir derkeve çibin jî ya girîng ew e ku dewleta Tirk di nava hiqûqa xwe de guhertinên bingehîn pêk bîne da ku ev mafê hêviyê pêk were. Bicihanîna vî mafê hêviyê jî em wek rewşeke awarte jî nabînin, ji xwe di warê mafê mirovan û hiqûqî de ev yek şert e. Divê dewleta Tirk jî di hiqûqa xwe de cih bide vî mafî. Bicihneanîna biryarê niha di pozîsyona sûc de ye, ev biryar hatiye binpêkirin. Gere vê binpêkirina ku kirine ji holê rakin. Divê ev sûcê mirovî ji holê bê rakirin.   Xwedîgiravî ew cezayê hatibû dayîn di warê hiqûqî de hatiye temamkirin. Di her warî de jî êdî dema azadiya Serok Apo ye. Heta ku azadiya fizîkî ya Serok Apo pêk neyê û neyê teqezkirin ev pirsgirêka Kurd jî çareser nabe û ev pêvajoya ku Serok Apo daye destpêkirin jî dê encam negire.   * Li asta navneteweyî gelek çalakî di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” tên lidarxistin, hûn van çalakiyên Kurdan û dostên wan çawa dinirxînin?   Ev çalakiyên navneteweyî yên ji bo Serok Apo tên lidarxistin pirr binirx û hêja ne. Ez van çalakiyên di çarçoveya kampanya azadiya Serok Apo de tên lidarxistin silav dikim. Çalakî pirr binirx in lê pêwîst e heta misogerkirina azadiya Serok Apo ev çalakî berdewam bikin. Divê her kes bizanibe ku ya ku azadiya Serok teqez bike jî refleks û çalakiyên civakê ne. Em rûnên û temaşeyî pêvajoyê bikin û em ji rêzê temaşe bikin ew ê xeletî çêbibin, ew ê meriv xwe bixapîne. Pêwîst e ev çalakiyên azadiyê daîmî bin. Çalakî çiqas navneteweyî bibin dê azadiya Serok jî ewqas teqez bibe. Mirov dikare çalakiyan dewlemendtir bike.   * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qesta entegrasyona demokratîk dike, ev entegrebûna demokratîk çi ye, tê çi wateyê?   Divê nîqaşên berfireh li ser entegrasyona demokratîk werin kirin. Divê di warê têgehî de baş ji entegrasyonê bê famkirin. Divê warê demokratîk de şert û zirûfên hiqûqî û yasayî pêk werin da ku entegrasona civakî pêk were. Ev bingeha hiqûqî û yasayî pêk were wisa em dikarin di nava şertên pêkvejiyankirinê de bijîn. Yanê şert û zirûfên pêkvejiyanê çi ne; em dikarin bêjin sed sal e gelê Kurd derveyî hiqûqa Tirkiyeyê hatiye hiştin. Li gorî entegerasyona demokratîk pêwîstî pê heye ku gelê Kurd bikeve nava çarçoveya qanûnî û cih bigire. Divê qanûnên vê yekê werin çêkirin. Yanê gelê Kurd dixwaze bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi hebûna xwe di nava Tirkiyeyê de bijî. Serok Apo nav lê dike û dibêje ez di çarçoveya projeya xwe ya netewa demokratîk de dixwazim çareseriyê li pêş bixim. Navê entegrasyona demokratîk jî ev e. Mirov dikare di vê çarçoveyê de li çareseriya pirsgirêka Kurd bigere. Ev mesele bi zemîneke yasayî û hiqûqî ve girêdayî ye.   Niha komisyona girêdayî pêvajoyê ku hatiye avakirin li hin aliyên civakê guhdar dike û nîqaş tên kirin; sankî erka wê wekî ku tenê ji bo danîna çekan hatiye pênasekirin. Qet nebe di milê dewletê de wisa tê pênasekirin. Lê erka komîsyonê ya esasî ew e ku li ser entegrasyona demokratîk bixebite. Divê her tişt bi qanûnî çêbibe. Lê belê ev komîsyona hatiye avakirin hê bingeha wê ya yasayî nehatiye çêkirin. Ji ber vê yekê jî niha karê esasî ew e ku ev yasaya entegrasyona demokratîk û yasaya azadiyê werin mîsogerkirin. Niha hemû pirsgirêk tenê ne ew e ku gerîla çek deyne û bizivire nava civakê. Heke pirsgirêk tenê ev bûya û bi viya çareser bibûya me yê bigota bila qanûnek derkeve û biçe. Pirsgirêk tenê ev nîn e. Pirsgirêka esasî ew e ku ev gerîla çima derketin, gerîla çima hene û ev 30-40 sal in şer dike? Pirsgirêka esasî ew e ku meriv sedemê van yekan deyne ortê û li çareseriya viya bigere. Ev entegrasyona demokratîk jî tam ev e ku divê pirsgirêka ku bû zemînê derketina gerîla bi awayê hiqûqî û yasayî were çareserkirin.   Ev komîsyon li ser pêşniyara Serok Apo hate avakirin. Serok Apo got ji bo pêşketin di pêvajoyê de çêbibe û pêşî lê were vekirin pêwîstî pê heye di bin banê Meclisê de komîsyoneke hiqûqî, yasayî were avakirin û di wir de pêvajo bi civakî bibe. Her kes daxilî pêvajoyê bibe û were li Meclisê biaxive. Helbet Serok Apo jî daxilî vê yekê. Em kar û xebata komîsyonê û guhdarîkirina li hin beşên civakî erênî dibînin, lê belê li ser bingeha esasî hê jî xebateke tam nekiriye. Divê ev komîsyon bi kar û erka xwe ya esasî rabe. Ya duyemîn jî ew e helbet baş e ku ev komîsyon li hemû aliyên civakê guhdar dike lê belê ya esasî ew e ku ev komîsyon bang li muxatabê esasî Serok Apo ku 50 sal in serokatiya vê tevgerê dike bike û li Serok Apo guhdar bike. Komîsyon biçe cem Serok Apo an jî Serok Apo were cem komîsyonê, ev nîqaşên pirr ne girîng in. A muhîm ew e ku ev komîsyon li Meclisê li Serok Apo guhdar bike û pêşî li viya vebike.   * Devlet Bahçelî bang kiribû û gotibû divê Abdullah Ocalan were li Meclisê biaxive, lê ev yek hê jî pêk nehatiye. Gelo çima destûra hatina Birêz Abdulalh Ocalan a Meclîsê nayê dayîn?   Devlet Bahçelî bi xwe bang li Serok Apo kiribû û gotibû bila were li kursiya DEM Partiyê ya li Meclisê biaxive. Ê kerem bikin bila Serok Apo bibin Meclisê û li vir biaxive da ku pirsgirêkê û çareseriyê raxe ber çavn û bi hev re çareseryê pêk bînin. Ev pêvajo ji bo encam bibe pêwîstî bi zemînek hiqûqî heye. Heta ev pêk neyê pêvajo negihîje encamê. Heke hûn li muxatabê esasî guhdar nekin hûn ê çawa biryaran bigirin. Heta komîsyon bangî Serok Apo neke ew ê nikaribe bigihîje encamê. Divê komîsyon bi lez û bez xebatên xwê bi rê ve bibe. Bi qasî ku xuya dike û em dişopînin komîsyon dixwaze xebatê ji demê re bihêle. Komîsyon di bin kontrola hikûmetê de xebata xwe dide meşandin û piraniya perspektîfên xwe ji hikûmetê digire.   * Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zîmanê perwerdehiyê divê çi bê kirin? Wek mînak, Dayikên Aştiyê çûn Komîsyonê û axaftina wan a bi Kurdî hate astengkirin, dîsa bi milyonan zarokên Kurdan bêzimanê xwe dest bi sala nû ya perwerdehiyê kirin.   Divê komîsyon bi awayekî rast li refleks û daxwaza civakê guhdar bike. Gel rewşê rapor dike. Gel tevgera me wekî nûnerê xwe dibîne. Binêrin komîsyonê destûr neda Dayikên Aştiyê ku derdê xwe bi zimanê xwe bînin ziman û nehiştin bi zimanê xwe yê dayikê xwe îfade bikin. Nehiştin dayik êş û derdê dilê xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Zimanê wan hate qedexekirin. Zilma herî mezin ev e. Pirsgirêka Kurdan tam jî ev e. Tişta ku kir ku ev têkoşîn û gerîla derkeve holê tam jî ev bû. Ev qedexe û astengî bûn sedemê avakirina tevgera me. Her tiştê me qedexe ye. Ev sed sal in ji Kurdan re gotine neaxivin, tu tuneyî, tu tune hatiyî hesibandin. Astengkirina axaftina bi Kurdî ya dayikan bi rastî jî şerm û rûreşiyeke pirr mezin bû. Ev komîsyon tam jî ava bûye ku van pirsgirêkan çareser bike. Dayikên Aştiyê jî alî û mexdûrên pirsgirêkê ne ku li wan were guhdarîkirin. Dayik muxatabê pirsgirêkê ne, êş û elemên vê pirsgirêkê dîtine. Dilê wan bi birîn e, bi xwîn e, hêsirên çavê wan hîna şil e. Hê hestiyên zarokên xwe nedîtine. Divê bi zimanê wan ew guhdar bikirana. Ev yek bêrêziyeke mezin e. Nûnerên partiyan ku li komîsyonê rûniştibûn, amade bûn jî, divê nerazîbûneke tund nîşanî astengkirin û qedexeya zimanê Kurdî bidina. Divê DEM Partî, CHP û hemû partiyan helwesteke tund nîşan bidana. Ew komîsyon e ku zemîna pirsgirêk lê bên guhdarîkirin û ew der e cihê çareseriyê. Divê her kes di wê komîsyonê de bi awayekî azad biaxive û xwe îfade bike. Cihê ku pirsgirêka zimanê Kurdî lê were çareserkirin û zemîna herî guncav komîsyon e lê belê ev zemîn jî baş nehat bikaranîn û ziman hate astengkirin. Lê divê DEM Partiyê bi her awayî hin helwestek tûj nîşan bida. Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên li ser zimanê dayikê, qedexeya li ser çand, hebûn û nasnameya Kurdî gere were rakirin. Heke ev pirsgirêk neyên çareserkirin û astengî û qedexe neyên rakirin gelo ev komîsyona li Meclisê ji çi re bixebite. Tenê ji bo çekdanîna gerîla bixebite ew ê şaşîtiyan bike. Heta ku ev qedexeyên hene ranebin ka gerîla wê çawa çekan deyne. Ji ber vê yekê divê ev komîsyon zemîna hiqûqî û qanûnî çêbike da ku ev qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabibe.   * Salvegera sêyemîn a qetilkirina Jîna Emînî û serhildana “Jin Jiyan Azadî” ye hûn dixwazin çi bibêjin?   Di destpêkê de ez jina serhildêr Jîna Emînî û hemû cangorî û berxwedêrên serhildana Jin Jiyan Azadî bi rêzdarî bi bîr tînim. Jin Jiyan Azadî tenê ne wek gotinekê ye. Şiyareke pirr dîrokî ye, felsefîk û xwedî wateyeke kûr e. Serhildaneke pirr civakî hate lidarxistin û li hemû cîhanê dengvedaneke pirr mezin bi xwe re anî. Bû serhildaneke gerdûnî. Ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û gihîşt hemû parzemînên cîhanê. Ruh da hemû jinên cîhanê. Bi serhildana Jin Jiyan Azadî hemû jinên cîhanê bi pirsgirêkên xwe hesiyan. Bi pirsgirêkên xwe yên koletiyê hisiyan. Dibe ku serhildanê sê sal li pey xwe hişt, dibe ku hinekî sekinî be lê belê divê meriv bizanibe ev pêla şoreşê wek destpêkekî bû bi dawî nebû. Berdewamiya wê her heye, wekî lêhiyekê şoreşê li pêş ket lê hê neqediyaye. Di nava civakê de meyandina vê şoreşê her berdewam e. Têkoşîna me ya azadiya jinan a jinên Kurd li ser hîmê Jin Jiyan Azadî li pêş ketiye. Pêla şoreşa jinan pêşî li Rojava deng veda û pêla şoreşê ya jinan jî li Rojhilat deng veda. Ev li Kurdistan û Rojhilata Navîn wek pêvajoyeke şoreşa jinan e, lê belê ev şoreş her berdewam dike. Heta ku şoreşa jinan bi ser bikeve wê ev têkoşîn û serhildana Jin Jiyan Azadî bidome. Wê ev pêla şoreşa jinan wekî paradîgmayeke jinan xwe berdewam bike.   * Li aliyekî qala pêvajiya aştî û civaka demokratîk tê kirin li aliyekî jî rayedarên Tirkiyeyê gefan li Rojava dixwin ev tê çi wateyê, Birêz Abdullah Ocalan dibêje Rojava xeta min a sor e, gelo divê rayedarên Tirkiyeyê vê peyamê çawa dixwînin?   Nêzîkatiyên rayedarên Tirkiyeyê ecêb in. Hem Devlet Bahçelî, hem Erdogan hem jî rayedarên AKPê bi şiklekî gefxwarinê axivîn. Dijîtiya li ser gelê Kurd bi dawî nebûye. Her çiqas pêvajo hatibe destpêkirin jî lê dijminatî bi dawî nebûye. Dijîtiya wan tenê ne li ser gelê Bakurê Kurdistanê ye. Li aliyekî pêvajoya aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd tê axaftin lê li aliyekî jî gefan li Rojava (Kurdên li Sûriyeyê) dixwin. Ev gefxwarin tê wateya ku di pêvajoyê de ne bi helwest in. A rast ev gefxwarin rûyê wan ê rast jî dide nîşandan. Çi derdê we bi Kurdên Rojava re heye? Hûn ji Kurdên di nav sînorên dewleteke din de dijîn çi dixwazin? Hûn çi bela xwe li wan didin. Tu ewilî pirsgirêka li Bakur çareser bike Rojava jî ji meseleya navxweyî ya Sûriyeyê re bihêle. Li wir rejîmeke nû hatiye avakirin, bi wê rejîmê re rayedarên Rêveberiya Xweser hevdîtinê dikin, di navbera xwe de lihevkirinek çêkirine. Li gorî wê lihevkirinê dixwazin pêvajoyeke çareseriyê bidin meşandin. Lê belê hikûmeta AKPê nahêle ku hikûmeta Şamê bi Kurdên Rojava re ew pêvajoya hatiye destpêkirin li pêş bixin. Dewleta Tirk li pêşiya vê yekê astengiyek mezin derdixe. Hikûmeta Şamê ya Ahmet El Şara bi îradeyeke serbixwe tevnagere. Ji Şara zêdetir rayedarên dewleta Tirk wir bi rê ve dibin. Dewleta Tirk a xwe li ser Şara ferz dike. Heke dewleta Tirk destê xwe jê vekişîne rayedarên Şamê û rayedarên Rêveberiya Xweser dikarin di nav xwe de pirsgirêkên xwe çareser bikin.   Li Sûriyê hîna hevsengiyek nehatiye rûniştandin. Zagonsaziyek nehatiye avakirin. Qedera gelên Sûriyê wê çi bibe viya hîna teqez nebûye. Her roj jin, Elewî, Durzî tên qetilkirin. Hê jî şolîbûnek li Sûriyeyê heye. Lê belê niha rayedarên Tirkiyeyê dibêjin bila Kurdên Rojava jî çek deynin. Ê bi te ketiye Kurdên Rojava çek deynin daneynin. Ew pirsgirêka Kurdên li wir e. Hê li Sûriyeyê xwîn tê rijandin. Çar aliyên Kurdan weke agir e. Hê komkujî tên çêkirin û şer heye, ka wê Kurdên Sûriyê çawa çekan deynin. Divê Kurdên wir xwe bi xwe qedera xwe diyar bikin. Danîn û nedanîna çekan bêguman Kurdên li wir ew ê bi xwe biryara xwe bidin.   * Li Tirkiyeyê li aliyekî pêvajoyek tê birêvebirin, li aliyekî jî desthilat li dijî CHPê operasyonan li dar dixe, gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?   Di milekî de pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkirina Tirkiyeyê tê meşandin di milekî de jî li dijî muxalefeta herî mezin CHPê qeyûm tên tayînkirin. Hem li hin şaredariyên DEM Partiyê hem jî li hin şaredariyên CHPê qeyûm hatine danîn, li aliyekî politikaya qeyûman û li aliyekî jî pêvajo bi hev re nameşin. Divê meriv baş bibîne û bizanibe ku di vir de lîstokek heye. Xwesteka AKPê ew e ku CHPê li derveyî pêvajoyê bihêle. Birêz Ozgur Ozel jî ji xwe diyar kir ku li dijî wan lîstokek heye û ew ê destûr nedin vê lîstokê. Helwesta CHPê ya ji bo komîsyonê û pêvajoyê jî bi nirx e. Divê ku CHP di helwesta xwe de bi biryar be û teslîmî zextên AKPê nebe û berxwedaniya xwe berdewam bike. Heke xwe ji pêvajoyê bikişînin dê birêvebirina pêvajoyê qels bibe. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka sedsalî ya Komara Tirkiyeyê ye. Heke ev pirsgirêk çareser nebe pirsgirêka demokratîkkirina Tirkiyeyê jî çareser nabe. Pirsgirêka Kurd çareser nebe wê zilm û zextên li dijî CHPê jî bi dawî nebin. Operasyonên li dijî CHPê tên kirin, bi yek gotinê navê wê provokasyon e. Gelo AKP dixwaze bi van kiryarên xwe pêvajo bimeşe an nemeşe. Pirr vekirî ye dixwaze pêvajo negihîje encamê. Heke dixwaze pêvajo bigihîje encamê wê demê divê hemû zext bi dawî bibin, qeyûm bên sekinandin û rakirin û hemû aliyan tev li pêvajoyê bikin.