Li Lazkiyê jinek hat qetilkirin 2025-09-21 17:28:57   NAVENDA NÛÇEYAN- Li herêma Meşrû Yasîn a bajarê Lazkiyê jinek hat qetilkirin.   Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêma Meşrû Yasîn a bajarê Lazkiyê jinek û hevjînê xwe rastî êrîşê hatine û di êrîşê de jin bi alava birînê hatiye qetilkirin.   Hat diyarkirin ku jinê jiyana xwe ji dest daye û mêr jî li nexweşxanê tê dermankirin.   Li gorî SOHR’ê ji serê 2025’an heta niha li bajarên cuda yên Sûriyeyê 286 êrîş pêk hatine û bi giştî 320 kes hatine qetilkirin ji van 46 jê jinin û 25 jî zarokin.