ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-21 09:00:00     * Dîlan Kunt Ayan biryara KWKE nirxand û da zanîn ku xebatên komîsyonê gihiştiye têr bûne di 1’ê Cotmehê de bi vebûna sala qanûnî re pêkanîna mafê hêviyê wê baweriyek mezin bide civakê. Dîlan Kunt Ayan got ev gav wê baweriya bi aştî û demokrasiyê xurt bike.   * Fatma Acar da zanîn ku li girtîgeha ku kurê wê dimîne bi salane binpêkirina mafan tê jiyîn û balişand ser sewqkirina girtîgehên dûr, şertên giran û pêkanînên kêfî. Fatma Car wiha got: “Kurê min pirtûka ku nivîsiye jî nikare bixwîne.” BI DÎMEN    * Gulan Yaşa, bi firin û kafeya ku vekir ji bo nexweşên çolyakê bû hêvî û derfetê dide mirovên nexweşên çolyakê. Gulan Yaşa diyar kir ku ji malbat û bi taybte jî zarokan nêrînên gelek erênî digirin. BI DÎMEN   * Ji aliyê sazî û rêxistinên jinan yên bajar ve kampanyaya "Ji bo jiyan û jiyankirinê em xwe rêxistin dikin" li bajar hat destpêkirin. Parêzer Burcu Şeber der barê kampanyayê de axivî û got: “Hedefa me ev e ku em pirsgirêkan tespît bikin û di alî xwegîhandina edaletê jin û zarokan xurt bikin.” BI DÎMEN    * Hevseroka DEM Partî ya Rihayê Ayşe Surucu da zanîn ku di komîsyona ku li meclîsê hatiye avakirin de divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê guhdarkirin û wiha got: “Muxatabê aştî û çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e.” BI DÎMEN