Li Hambûrg, Bern û Bellizonayê banga ‘Mafê hêviyê’ 2025-09-17 22:15:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan li Hambûrg, Bern û Bellizonayê têkildarî “Mafê hêviyê” ku di Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de tê nîqaşkirin, daketin qadan. Di çalakiyan de hate gotin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mifteya aştiyê ye.   Kurdistanî û dostên wan li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bajarê Bern û Bellizona yê Swîsreyê têkildarî “Mafê hêviyê” ku di Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de tê nîqaşkirin, daketin qadan.   Hambûrg   Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn û Meclîsa Gel a Demokratîk li ber avahiya Rathausê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza “mafê hêviyê” daxuyaniyeke çapemeniyê hate lidarxistin.   Endamên Meclîsa Jinan a Rojbîn, enternasyonalîstên Elman û Kurd beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de posterên Abdullah Ocalan û alên TJK-E’yê hatin hildan. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.   Parlamenterê berê yê Partiya Çep ê Hambûrgê Norbert Hackbusch axivî û got: “Birêz Ocalan sembola hebûna gelê Kurd e. Ji bo çar parçeyên Kurdistanê hêza çareseriyê ye. Rojhilata Navîn niha di nava agir de ye û kaos heye. Tenê Birêz Ocalan dikare vî agirî veguherîne aştiyê. Tevgera Azadiya Kurd li Rojhilata navîn rolekî erênî dilîz e.”   Norbert Hackbusch bal kişand bi ser helwesta hikûmeta Elmanyayê û got: “Kurd li Elmanyayê dibin zextê de ne. Ji bo vê divê qedexeya PKK’ê bê rakirin û ji bo mafê hêviyê divê hikûmeta Elmanyayê bikeve nava liv û tevgerê.”   Daxuyanî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.   Bern   Li Bernê jî Kurd û dostên wan daketin qadan û li ber Europaplatzê hatin ba hev. Kurdan û dostên wan li vir daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û bal kişand bi ser hevdîtinên wan ên li herêmê.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.   Bellînzona   Li Bellinzonayê jî Kurd û dostên xwe daketin qadan û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin. Çalakî li ber Parlamentoya Kantonê hate kirin. Hevserokê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Swîsre Dr. Beppe Savary jî tevlî çalakiyê bû.   Şandeyê têkildarî mafê hêviyê dosya radestî rayedaran kirin. Şandeyê bi Cîgirê Serokê Parlamentoyê Daria Lepori û Serokê Karûbarên Konseya Mezin Tiziano Veronelli re hevdîtin kirin.   Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku em ê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan û bicîhanîna mafê hêviyê mezin bikin.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.