Malbata ji bo hevdîtinê diçû girtîgehê qeza kir 2025-09-15 15:19:13     DÊRSIM - Malbata Dîlan Barîn, a li Erzinganê girtîye, dema ji bo hevdîtina Dîlan Barîn derdikevin ser rê qeza dikin.    Malbata Dîlan Barîn, a li Girtîgeha Jinan a Erzinganê girtîye, dema ji bo hevdîtina Dîlan Barîn derdikevin ser rê, li ser rêya Dêrsim-Erzînganê qeza dikin.    6 kes bi qezayê birîndar bûn. Kesên rakirin nexweşxaneya Dêrsimê hat hînbûn talûkeya wan a jiyanî tune ye.