Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike 2025-09-15 13:59:40     ENQERE - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civînên xwe yên 10 û 11’emîn de ku dê di 17-18’ê Îlonê de bên lidarxistin, li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, dê civînên xwe yên 10 û 11’emîn di 17 û 18’ê Îlonê de li dar bixe. Di rûniştina ewil a civîna 10’emîn de dê li akademîsyenan û di rûniştina duyemîn de jî li kesayetên di qadên cuda de pispor in guhdarî bike. Di civîna 11’emîn de jî dê komîsyon li weqf û komeleyan guhdarî bike.    Di rûniştina ewil a civîna 10’emîn de komîsyon dê li Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglû, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk, Doç. Dr. Çerag Esra Çuhadar; di rûniştina duyemîn de jî dê li Fatih Ulusoy, Huseyîn Oruç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkun û Prof. Dr. Talha Kose guhdarî bike.    Di civîna 11’emîn de jî dê komîsyon li Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfederasyona Malbatên Cerdevanên Ewlehiyê û Şehîdan ên Anatoliyayê, Weqfa Alimên Medreseyê (MEDAV), ÎTTÎHAD, Federasyona Komeleyên Pîşesaz û Karsazên Rojhilat Başûrrojhilat (DOGUNSÎFED), Komeleya Karsazên Jin ên Rojhilat û Başûrrojhilat (DOGUNKAD)” û weqf û komeleyên cuda guhdarî bike.