ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-13 09:00:00     *Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinan bi salan berê  tespîta ‘Divê hûn formula efsûnî ya ‘jin jiyan azadî’ fêr bibin û temsîl bikin’ kir.  Ev tespît di 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emînî li cîhanê belav bû û ji jinan re bû çavkaniya hêzê.   *Parêzer Sîdar Perçîn da zanîn ku tundî bi aliyên aborî, civakî polîtîk, çandî piralî ye û got bêcezahiştin jî gumanbaran bi hêz dike û got: “Ji bo ev zincîr bê şikandin divê polîtîkayên ewlehî- parastinê bên zêdekirin û hiqûq pêk bê.” DÎMEN HEYE   *Endama Egîtîm-Senê Zeynep Torun da zanîn ku ji bo zarokên ku bi zimanê xwe nikarin perwerdê bibînin, mufredatek nû û aştiyane dixwazin û wiha got: “Divê bi awayekî wekhev mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo her kesî bê dayîn.”DÎMEN HEYE