‘Bila polîtîkaya bêcezahiştinê bi dawî bibe’ 2025-09-12 09:03:49     Buşra Turan   WAN - Jinan balkişandin ser qetilkirinên jinan yên her diçin zêde dibin û diyar kirin ku çareserî ne tenê sererastkirina qanûnan e, çaerserî wê bi hişmendiya civakî û parastina cewherî pêk bê. Dîlan Çelîk ya TJA’yî  diyar kir ku di meha tebaxê de 28 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û got: “Bêcezahiştin cesaretê dide gumanbaran. Divê qanûnên bi bandor demildest pêk bên.”   Li Tirkiyeyê û Kurdistanê qetilkirinên jinan û mirinên bi guman ên jinan her diçin zêde dibin. Piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê jiyana jinan hîn bêtir ket xeterê. Jin li her qadê li dijî tundiya li ser jinan parastina cewherî pêş dixînin û têkoşînê didomînin.   Sevîm Baş û Dîlan Çelîk ên TJA’yî der barê qetilkirinên jinan û mirinên biguman ên jinan de axivîn.   ‘Divê jin parastina cewherî pêk bînin’   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM partî) ya Artemêt a Wanê Sevîm Baş da zanîn ku têkoşîna li dijî qetilkirina jinan pirsgirêka  her kesî ye û got divê ev têkoşîn di navenda polîtîkayên dewletê de be. Sevîm Baş wiha got: “Divê dewlet feraseta rêveberiyek nû esas bigire. Ev ne tenê bi sererastkirinên qanûnî bi polîtîkayên civakî, hiqûqî û saziyên jinan pêkane. Divê jin parastina cewherî bikin û ji bo vê perwerdehî şerte. Divê tevli perwerdehiyan bibin û bibin xwedî hişmendî. Bi vî awayî wê bikaribin xwe biparêzin. Divê qadê jiyana jinê navendên jiyana jinê zêde bibin. Divê li her navend û navçeyan ev navend hebin.”   ‘Em wek TJA'yê xebatan dimeşînin’   Sevîm Baş destnîşan kir ku ne piştî tundiyê divê beriya tundiyê jin bên parastin û xebatên hişmendiyê bên kirin. Sevîm Baş wiha domand: “Divê li navendên jiyanê bi piştgiriya psîkologan parastin bên kirin. Em wek TJA'yê mal bi mal digerin û em ê xebatên xwe hîn bêtir berfireh bikin. Em ê hîn bêtir bi jinan re bên gel hev.  Di demek nêz de wê komîsyon û meclîsên me yên taxan hebin. Xebatên me didomin. Divê em bi zarokên xwe re biaxivin, sohbetan bikin. Divê zarok li malê bi dê û bavên xwe re demê derbas bikin. Divê fikrên zarokan bên girtin. Bên gudharkirin.”   ‘Di be28 jinên din yên neketibin ber qeydan jî hebin’   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rêya Armûşê ya Wanê Dîlan Çelîk jî balkişand ser qetilkirinên jinan ên her diçin zêde dibin û got: “Di meha tebaxê de 28 jin hatin qeitlkirin. Ev tabloyek bi xof e. Lê aliyê ku nehatiye dîtin heye. Divê em vê ji bîr nekin. Dibe ku 28 jinên neketibin ber qeydan jî hebin. Wê demê tablo hîn bêtir bi xof e. Ji bo ev pêk neyê divê xebtên cidî, kampanya û qanûn bi bandor pêk bên.”   ‘Mêr ji pergala serdest hêzê digirin’   Dîlan Çelîk daxuyakirin ku cezayên ji bo gumanbaran tên dayîn ne bi bandorin û got: “Mêr ji pergala serdest hêzê digirin. Mêr vî mafî bi xwe re dibînin. Bi cezayên biçûk tên xelatkirin. Li dijî vê divê cezayê bi bandor bên dayîn. Em hewl didin jin bibin xwedî hişmendî. Em dixwazin bi jinan bidin  hîskirin ku ew ne tenê ne. Ji bo vê têoşîna me didome.”