Nergîs Mihemedî ji NY'ê re nameyek nivîsand 2025-09-06 14:58:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Nergîs Mihemedî, bertek nîşanî pêkanînên li dijî mamostayên li Rojhilatê Kurdistanê da û têkildarî cezayên giran ên li aktivîst û mamostayan hatiye birîn ji Raportora Taybet a Îranê ya NY’ê re nameyek nivisand.   Parêzvana mafê mirovan û xwediya xelata Nobelê ya aştiyê Nergîs Mihemedî, li dijî cezakirina mamosta û aktivîstên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan li Îranê Mai Sato re nameyek şand û da zanîn piştî şoreşa 1979’an hemû hikûmet xebatên mamostayan dixin di bin zextê de û ji ber van zextan îro jî herî kêm 16 mamostayên ji Kurdistanê ji erkê wan hatine dûrxistin û teqawîbûna bi darê zorê û cezayên surgunkirinê didome.   Nergîs Mihemedî, duh nameya ku ji Raportora Taybet a Îranê ya NY’ê re şand, li ser hesabê xwe yê Instagramê parve kir û di nameyê de wiha got: “Ji avakirina komara Îslamê heta niha xebatên mamostayan hertim di bin zextê de maye. Ev zext di hikûmeta Mesud Pezeşkiyan de didome.”   Nergîs Mihemedî, da zanîn ku piştî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zextên li dijî mamostayan zêde bûye û wiha got: “Piştî serhildanê bi sedan mamosta û aktivîst hatin girtin û şandin girtîgehan. Li gorî rayedarên Perwerdeya Netewî, zêdeyî 300 mamosta, aktivîst û xwendekarên zanîngehê bi xeteriya ji erkê xwe werin dûrxistin in.”   Nergîs Mihemedî, di nameya xwe de balkişand li ser cezayên mîna surgun, durxistina mamostayan ji kar û teqawibûna bi darê zorê û wiha got: “Ev cezayên giran, bi taybet li Kurdistanê nîşaneya tundiya vekirî li dijî gelên hatine dûrxistin û di heman demê de hewldana rejîmê ya bêdengkirina dengê wan e.”   ‘Komara Îslamê ji serhildanek nû ditirse’   Nergîs Mihemedî, da zanîn ku bi nêzbûna salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re ev cezakirinan nîşan dide ku Komara Îslamê ji serhildanek nû ya gel ditirse. Nergîs Mihemedî, bi tundî bertek nîşanî zextên li dijî mamostayan da û bang li hemû rêxistinên mafê mirovan û saziyên navnetewî kir ku piştevaniya mamosta û aktîvîstan bikin. Di heman demê de bi taybetî ji ONESCO û Rêxistina Xebatên Navnetewî xwest ku beşdarbûna civînan ya Wezareta Perwerdeya Îran û rayedarên wezareta xebatê asteng bikin.   Nergîs Mihemedî, di dawiya nameya xwe de ev tişt got: “Erkê saziyên mafê mirovan û navnetewî ye ku ji bo rakirina cezayên li dijî mamostayên li Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamê ve zextê bike.”   Çi bûbû?   Di dawiya meha Tebaxê de ji Lijneya Îtîraza Sûcan a îdarî ya girêdayî Wezareta Perwerdeya Netewî ve ji endamên lijneya rêveberiya sendikayên mamostayên Sine, Sakiz û Dîwandere cezayê 14 kesan yê teqawîbûna neçar, îxrac, ji erk durxistin û surgunê hate erê kirin. Kesên hatin cezakirin navê wan ev in: Nesrîn Kerîmî, Leyla Zareî, Somiye Axtarşomar, Şîlan Yusifî, Mecîd Kerîmî, Seyîd Giyaseddîn Ne’matî, Salah Hacî Mirzayî, Feysel Nurî, Şehram Kerîmî, Loqmanullah Moradî, Suleyman Abdî, Pervîz Ehsenî, Kawa Muhammedzade, Cîhangir Behmenî, Hiwa Qereşî ve Omîd Şahmuhammedî. Berê jî derbarê bi sedan mamostayên Kurdî de biryara îxrac, surgun û ji erk dûrxistin hatibû dayîn. Komara Îslamê, tepesandina her cûrê xebatên serbixwe yên sivîl û siyasî didomîne. Her wiha xwepêşandanên aştiyane jî, rastî rêbazên zextê û tepesandinê tên.