Agirê lî bestayê bi daristanê ket hat tefandin 2025-09-03 11:25:04   ŞIRNEX - Agirê ku duh li Herêma Bestayê bi qada daristanê ket, hat tefandin.    Agirê ku duh li qada Mîrgomar a Herêma Besta ya Şirnexê bi qada daristanê ket, hat tefandin. Sedema çêbûna şewatê nehat hînkirin, lê demeke dirêj e ketina welatiyan a herêmê bi hinceta "ewlehiyê" qedexe ye. Her wiha li qada ku agir pê ket jî, bi salan e daristan tên qirkirin.