Şaredariyê vê havînê zarokên gundan kêf kirin 2025-09-03 10:21:19   AMED - Şaredariya Peyasê ji bo zarok bi sporê kêf û rojeke xweş derbas bikin, li Gundê Şadiyê şahiyek saz kir û bi dilê xwe zarokan kêf kirin.     Şaredariya Peyasê şahiyên ji bo zarokên gundan bi sporê rojeke kêfxweş derbas bikin didomîne. Gerînendetiya Xizmetên Ciwanan û Sporê û Klûba Oz Kayapinar Sporê bi hev re li Gunde Şadiyê şahiyeke zarokan a rengîn û kêfxweş amade kir. Di şahiyê de Hevşaredar Cengîz Dundar û endamên meclîsa şaredariyê jî beşdar bûn. Zarok ji dîwarê nepoxî heta trambolînê, ji potayên basketbolê heta lîstikên hiş û jêhatîbûnê, bi gelek çalakiyên bi kêf û coş, him spor kirin û him jî demeke xweş derbas kirin. Hevşaredar Dundar ku beşdarî coşa lîstikên zarokan bû, diyar kir ku şahiyên ji bo zarok û ciwan bi sporê re bên ba hev dê berdewam bikin.     Hevdîtina heftemîn     Şaredariya Peyasê ji bo zarokên gundan bi sporê demeke xweş derbas bikin, îsal li 7 gundan ev şahî pêk anî. Di van şahiyan de bi sedan zarokan demeke kêfxweş derbas kirin. Şaredariyê diyar kir ku şahiyên bi heman rengî wê sala bê jî berdewam bikin.