Bertek li dijî hewldana hilweşandina gorên gerîla, nîşan dan 2025-08-28 15:19:08   AMED - Hevseroka MEBYA-DER'ê Gurbet Seviktek li hember êrîşên li ser gorên xwişkên hevdu, Azize û Rojhat Onkol bertek nîşan da û got, "Avakirina aştiya civakî bi rêzgirtina ji nirxên gel ve girêdayî ye. Dewlet dê rêzê li gorên me bigire."   Êrîşa li ser gorên gerîlaya YJA Starê Azize Onkol (Dicle Avaşin) û endamê HPG'ê Rojhat Onkol (Laşer Çem) li gundê Kêlesi yê taxa Çemê Elika yê navçeya Licê ya Amedê bi nerazîbûnê hat pêşwazîkirin. Daxuyaniya li ser gorên xwişkên Azize û Rojhat Onkol bi beşdariya nûnerên Komeleya Alîkarî, Piştgirî, Çand û Yekîtîyê bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), rêxistinên bajar û navçeyê yên DEM Partiyê ya Amedê, şêniyên taxê û malbat, hat lidarxistin.   'Dawî li zilmê bînin'   Hevseroka MEBYA-DER'ê Gurbet Seviktek diyar kir ku mafê definkirinê li gorî qanûnên navneteweyî hatiye garantîkirin û got, "Qebûlkirina tiştên ku îro li vir diqewimin ne mimkûn e. Êrîşkirina gorên pîroz ên mirovan bêwijdanî ye. Avakirina aştiya civakî bi rêzgirtina nirxên gel ve girêdayî ye. Dewlet dê rêzê li gorên me bigire. Yên ku di dema pêvajoya aştiyê de vê yekê dikin, zirarê didin pêvajoyê. Em ê tu carî vê yekê qebûl nekin. Divê ev zilm û zordariya li ser malbatan tê kirin bi dawî bibe."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.