'Di bedêla çanda tundiyê de çanda aştiyê' 2025-08-23 15:33:08     STENBOL - Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê, di çarçoveya çalakiyên 1’ê Îlonê de ‘xeleka aştiyê’ ava kir û destnîşan kir ku jin temînata aştiyê ne.   Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê, ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pêşandaneke mizansen û daxuyanî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo civaka demokratîk bila jin bibin dengê aştiyê” û bi domdarî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Jin, şer naxwazin, aştiyê dixeazin” hatin berzkirin.    Di çalakiyê de jinan li ber mûzîkê bi laçikên spî yên di destên xwe de mîzansenek pêşkêş kirin û bi girtina destên hevudin ve “xelaka aştiyê” çêkirin. Piştî pêşandanê Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Pinar Kamîle Kandal wiha axivî: “Jin di vê pêvajoya dîrokî de temînata aştî û demokrasiyê ne. Lewre polîtÎkayên şer û tundiya li dijî jinan qetlîama jinan zêde dike. Tundî, ji hişmendiya mêr a deshilat ava dibe. Divê me li dijî vê hişmendiyê têbikoşin û civaka demokratîk ava bikin. Divê em ji bo lêgerîna azadiya jinan û têkoşîna wan a wekheviyê aştiyê pêk bînin.”   Piştî daxuyaniyê çalakî bi govend û dirûşmên jinan ve bi dawî bû.