‘Di komîsyonê de jin tên paşguhkirin’ 2025-08-20 09:04:39     STENBOL - Jinên ku diyar kirin  ew dixwazin di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk - Biratî û Demokrasiyê de xwedî gotin bin gotin, "Jiyana demokratîk bi jinan re li ser bingehek wekhev û azad sedema hebûna jiyanê ye."   Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan a ji bo "Civaka Aştî û Demokratîk" di 27’ê Sibatê de, PKK’ê di navbera 5 û 7’ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û fesihkirina xwe ragihand. Piştî merasîma bêçekkirina PKK’ê ya 11’ê Tîrmehê li Silêmaniyê, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk -Biratî û Demokrasiyê li Parlamentoyê hate damezrandin. Em dizanin ku jin di pêvajoyên aştî û danûstandinan de roleke girîng dilîzin.  Lêbelê, ji ber ku ji 51 endamên komîsyonê tenê neh kes jin in, têkoşîna jinan di avakirina civakeke demokratîk de ketiye paş. Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlber Demîr û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM  Partî) ya navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê Sida Yildiz pêvajoya Civaka Demokratîk a derketî holê nirxandin û gotin, "Em di komîsyonê de bi helwestekê re rû bi rû ne ku jinan paşguh dike û îradeya jinan nade pêş."   Dîlber Demîr diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka  Demokratîk" a di 27ê Sibatê de ji hemû civakên eleqedar dike û got ku divê em xwe birêxistin bikin û bersiva vê bangê bidin. Dîlber Demîr got, "Wekî jin, divê em bi rêxistinkirinê bersiva vê bangê bidin da ku civakê birêxistin bikin û wê bihêz bikin ku bibe hêzek pêşeng. Ji ber ku ji bo civakek demokratîk bangek pir hêja ye, divê em Jin di rewşek de bin ku hem xwe û hem jî tevahiya civakê ligel xwe birêxistin bikin."   ‘Bang  Civaka Demokratîk  van hişmendiyan têk dibe’   Dîlber Demîr, destnîşan kir ku ji 51 endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk -Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoyê hatiye damezrandin, tenê neh jin in û got ku em bi helwestek re rû bi rû ne ku jinan paşguh dike û îradeya wan di komîsyonê de nade pêşiyê. Dîlber Demîr wiha berdewam kir, "Tenê  DEM Partî wekheviya jin û mêr bi dest xistiye. Dema ku em li partiyên din dinêrin, di CHP’ê de du endam û ji AKP’ê  ji yek an du endamên jin hene. Em bi zelalî dibînin ku jin, ji bilî  DEM Partiyê, di vê yekê de roleke girîng nagirin. Em dizanin ku rastiya ku jin di vî warî de xwedî gotin nînin û ew di her aliyê siyasetê de cih nagirin, ev pirsgirêkek hişmendiyê ye. Banga ji bo civakeke demokratîk bangek e ku van hemû hişmendiyan diguherîne. Bangek hatiye kirin ku jin dikarin rêberiyê bikin û xwedî gotin bin û bi rêya vê bangê, em ê di her warî de pêş bikevin û mezin bibin. Şer hişmendiyeke mêran e, lê jin her gav ji bo aştiyê hebûne."   ‘Ger ku jin azad bibin, civak jî dê azad bibe’   Dîlber Demîr diyar kir ku banga aştî û civakeke demokratîk ne tenê Kurdan, lê hemû beşên civakê jî eleqedar dike û tekez kir ku pêwîst e banga ji bo Civakeke Demokratîk berfireh bibe û civakê li her deverê birêxistin bike. Dîlber Demîr  wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îro, dema ku krîza aborî ewqas kûr bûye û jin tên paşguhkirin û di komkujiyan re tên derbaskirin, divê em banga ji bo Civakeke Demokratîk berfireh bikin û civakê li her deverê birêxistin bikin. Bêyî rêxistinê, civakek bê exlaq û siyaset dê derkeve holê. Dema ku em îro li paşerojê dinêrin, em nikarin behsa civakeke exlaqî û siyasî bikin. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl û platformên jinan vê bangê hembêz bikin. Ev ne tiştek e ku tenê bi partiyên siyasî dikare were kirin. Ger jin azad bibin, civak jî dê azad bibe."   ‘Civak  aştiyê dixwaze’   Sida Yildiz jî diyar kir ku avakirina komîsyona "Hevgirtina Neteweyî, Xuşk -Biratî û Demokrasiyê" di dîrokê de yekem car e tê avakirin û got ku çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd berpirsiyariya me hemûyan e . Sîda Yildiz wiha dirêjî da axaftina  xwe, "Gelê me yê kû bi salan bi binpêkirinên mafan, cudakariyê û gelek êşên  re derbas bûye, bi xwezayî di rewşek de ye ku di vê rêya bi rûmet a aştiyê de dixwaze bibe dengek. Bê guman, Gelê me ji ber van hmû sedeman di warê qanûnî de  divê xwedî roleke girîng be ku vê aştiya demokratîk bi awayekî qanûnî  pêşve bibin.  Ez bawer dikim ku di warê civakî û siyasî de gelê me, bi rastî, niha ji bo aştiyek bi rûmet amade ne. Wekî ku tê zanîn, van axan êşên bêhempa dîtine. Xelk bi binpêkirinên mafên mirovan ên bêhempa, newekhevî û pêkanînên dij-demokratîk re rû bi rû mane. Tam ji ber vê yekê civak ji bo aştiyê amade ye. Civak aştiyê dixwaze. "   ‘Em, jin jî dixwazin di komîsyonê de xwedî gotin bin’   Sîda Yildiz, bi bîr xist ku di dîrokê de, jin herî zêde ji ber pêkanînên dij-demokratîk, polîtîkayên şer û tundûtûjiyê bandor bûne û diyar kir ku ew, jin, jî dixwazin di komîsyonê de xwedî gotin bin. Sîda Yildiz wiha berdewam kir,"Wekî jin, me bi sedsalan ev polîtîkayan bi êş dîtine. Ji ber vê yekê em, jin, herî zêde hewceyê aştiyê ne. Dayikên aştiyê, dayikên hemû kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, hewceyê aştiyê ne. Wekî ku tê zanîn, komîsyon dê di rojên pêş de bi Dayikên Aştiyê re jî civînekê li dar bixe. Em vê yekê pir bi qîmet dibînin. Jin û dayikan bi meşa ber bi Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê ve, pêşengî kirin û îradeya xwe di vî warî de nîşan dan. Wekî ku hûn dizanin, wan îro li parlementoyê daxwazên xwe ji bo avakirina komîsyonê kirin, pêdiviya xwe ya ji bo aştiyê anîn ziman. Daxwazek din a dayikên me, ya jinên me, berdana girtiyên siyasî ye, daxwazek din a gel e. Divê komîsyon di vî warî de hewldanên awarte bike û bi vê biryarê xwe berpirsiyar bibîne ku hêviya gelê me ya ji bo aştiyê bêtir xurt bike."