Biryara girtina Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran hat protestokirin 2025-08-15 18:04:42   WAN - Jinan bertek nîşanê biryara girtinê ya der barê Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin Wanê ya di destê qeyûm de hatiye dayîn da û diyar kirin ku wê parastina qadên xweser yên jinan bidomînin.   Rêveberiya qeyûm der barê Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran ku di 19’ê cotmeha 2024’an d eji aliyê şaredariya bajarê mezin a Wanê ya bin rêveberiya DEM partiyê û şaredariya Artemîtê ve hatibû vekirin, biryara girtinê da. Jinan biryar li ber navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran protesto kirin û daxuyaniyek dan.  Tevgera Jinên Azad (TJA),  hevseroka DEM Partî ya Wanê Guşen    Kurt, hevşaredara Artemîtê Rabîa Başak Koç, meclîsa jinan û gelek kes tevli bûn.   Berdevka Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Serap Gunvenç daxuyanî xwend.   Serap Guvenç da zanîn ku biryara girtina navendê  parçeyek polîtîka hepskirina jinan a malê ye û got ew li dijî vê ligel piştevaniya jinan e.   ‘Navend ya me ye, berxwedana me ye’   Serap Guvenç destnîşan kir ku ev helwest ne tesadufe û bi destê qeyûman li hember saziyên jinan êrîş tên kirin û bi armanca sabotekirina pêvajoyê tê kirin. Serap Guvenç wiha got: “ Em vê zîhniyeta ku berxwedana jinan hedef digire qebûl nakin. Şamîran ne tenê avahiyeke, qada piştevanî, îrade û nasnameya jinê ye. Navenda Jiyanê ya Şamîran ya me ye, berxwedana me ye, nikare bê girtin. “   Rabîa Başak Koç jî bertek nîşanê biryarê da û got ev êrîş ne tenê li hember jinan li hember nirxên demokratîk a gel e.