Li Rihayê jinek hat kuştin 2025-08-15 16:14:21     RIHA – Sînan Ejder jina pê re hatibû zewicandin  Kadriye Ejder bi guleyekê kuşt.   Li navçeya Halîliye ya navenda Rihayê, Sînan Ejder jina pê re hatibû zewicandin  Kadriye Ejder bi guleyekê kuşt. Piştre êrîşkar xwe jî kuşt. Piştî ku kesên li derdorê agahî dan, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.   Di lêpirsîna destpêkê de hat destnîşankirin ku Kadriye Ejder û Sînan Ejder mirine.   Piştî lêkolîna cihê bûyerê cenaze ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî.