Li dijî tundiya li ser jinan çalakiyên hişyariyê 2025-08-13 09:40:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqetiya, em ê tundiyê bi hev re bisekinînin!” de ku bi hevkariya şaredariyên Amedê û saziyên jinan dest pê kir, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê li Parka Ormanê çalakiyek li dar xist. Armanca çalakiyê, balkişandina li ser zêdebûna kuştina jinan û agahdarkirina jinan derbarê mafên wan de bû.   Bi pêşengiya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, çalakvanên jin li Parka Ormanê stendek vekirin û belavokên kampanyayê belav kirin. Her wiha, bi sînevîzyonê agahiyên têkildarî navendên piştevaniya jinan û saziyên pêwendîdar hatin nîşandan. Çalakvanan bi jinan re rû bi rû hevdîtin kirin û rêyên serlêdanê di rewşên tundiyê de bi wan re parve kirin. Di encama xebatên agahdarkirinê de, ji sê jinên ku rastî tundiyê hatine, serlêdan hatin wergirtin.   Soza Têkoşîna xurt   Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar piştî çalakiyê daxuyanî da û got ku kampanya bi biryarî dewam dike. Sîncar diyar kir ku tenê di meha borî de li Amedê çar jin hatine kuştin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiyê. Wê wiha got: “Em dixwazin mekanîzmayên serlêdana jinan bi bandortir bikin û her tim li cem jinan bin. Pêwîst e em bi hev re li hemberî tundiyê helwesteke xurt û zelal nîşan bidin.” Sîncar tekez kir ku ew ê bi rêveberiyên herêmî û torên jinan re têkoşîna li dijî tûndiya jinan bi hêztir bidomînin.