Tahliyeya girtiyên 30 sale girtîne hat taloqkirin 2025-08-12 21:20:47   Elfazî Toral   STENBOL- Du girtiyên ku 30 salin girtîne û li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimînin, dihat payîn ku 19’ê tebaxê de bên berdan lê bi hincta ‘ji sûcên xwe poşman nebûne û ne amadene bikevin nava civakê’ tahliyeya wan hat taloqkirin.   Binpêkirinên mafna yên li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê didomin. Di rojên borî de înfazên girtiyên bi navê Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli û Mekiye Sonuk bi hincetê kêfî hatin taloqkirin. Vê carê jî înfaza girtiyên 30 sale girtîne Surreya Bulut û Dîlez Oz hatin taloqkirin.   Li gorî agahiyên hatine girtî Sureyya Blut û Dîlek Oz yên 30 salin girtîne divê 19’ê Tebaxê de bihatana tahliyekirin lê bi hincta ‘rewşa baş tuneye’ tahliye taloqî 19’ê tebaxê kirin.