'Îktîdara siyasî li hemberî jinan şerek daye destpêkirin' 2025-08-12 09:03:19       AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan, bal kişand ser kuştina jinan û got: "Jinên ku ji bo gilîkirinê berê xwe didin qerekolan paşve tên vegerandin  û ev yek rê li ber kuştin û şîdetê vedike. Îktîdara siyasî li hemberî jinan şerek daye destpêkirin."   Hêj sala 2025'an temam nebûye li Kurdistan û Tirkiyeyê 175 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Her roj em bi nûçeyên qetilkirina jinan re rûbirû dibin. Lê belê qanûnên ku rê li ber kuştinan bigire nîne an jî yên heyî nayên sepandin. Jinên ku ji bo gilîkirinê berê xwe didin dezgehên dewletê paşve tên vegerandin û bi şîdeta psîkolojîk re rû bi rû dimînin. Îktara ku "Sala malbatê" îlankir kuştina jinan her roja ku derbas dibe bi pergalî tê meşandin û her wiha tê meşrûkirin.    Derbarê mijarê de Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    Polîtîkayên bêcezahiştinê    Esra Çîçek Mercan di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên bêceza hiştinê. "Em ji axaftina li ser polîtîkayên bêcezatiyê bêzar bûne. Em her roj bi vê pirsê re rû bi rû dimînin û hevoka yekem ku em dibêjin 'siyaseta bêcezatiyê' ye. Kiryar ji vê siyaseta bêcezatiyê cesaret digirin. Bi saya vê siyaseta bêcezatiyê, ew bi rehetî tevdigerin, jinan bi rehetî dikujin. Ji ber tiştê ku em jê re dibêjin siyaseta şerê taybet, mirov û ciwan bi giranî ber bi fuhûş an jî tiryakê ve têne birin. Di encamê de, mirov bi rengekî dikişînin nava sûc. Divê dewlet berpirsiyarê pêşîgirtina li komkujiyan be, lê tu eleqeya wê bi vê yekê tune. Ji bo dewletê hêsantir e ku civatek ku sosyolojiya wê xera kiriye birêve bibe."   Xutbeyên ku têkildarê jiyana jinan tê dayîn   Esra Çiçek Mercan, diyar kir ku îktîdara siyasî li hemberî jinan şerek daye destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Bi hezaran salan e jin ji aliyê mêran ve hatine kolekirin. Çi dewleta mêr be, çi mêr li malê be, çi patron li kar be, çi hevkar be, ne girîng e; bi awayekî, jin di nav pergalê de kole ne. Dema ku hêza mêr fêm kir ku ew nikare jinan kole bihêle, dest bi zilmê li ser jinan kir. Ev bê guman ne serbixwe ye ji polîtîkayên dewletê. Dewlet bi zanebûn vê yekê dike ji ber ku qada bandora xwe winda dike, hêza ku li ser jinan ava kiribû winda dike. Dema ku berxwedana jinan dît, dest bi zêdekirina vê zilmê kir. Xutbeyên ku di  roja Înê ya borî de hatin dayîn, bi taybetî ji hêla jinên Misilman ên dij-kapîtalîst ve hatin anîn ziman ku digotin ev nayê qebûlkirin. Xala ku gihîştinê ev e: Ma erkê dewletê ye ku li ser tiştên ku jin divê li xwe bikin, çawa bijîn û çi bikin, xutbe bide? Erka dewletê ne ew e ku xutbeyên roja Înê li ser tiştên ku jin divê li xwe bikin bide."   Çuyîna jinan a qereqolê    Esra Çîçek Mercan, da zanîn ku dema jinek ku rastî şîdetê tê diçe qereqola polîsan, ji wan rapora lêdanê tê xwestin û ev ne mecbûrî ye û wiha axivî: "Ji ber ku jin vê yekê nizanin, ew difikirin, 'Rapora lêdanê li cem min tune, ji ber vê yekê ne hewce ye ku ez biçim'. Qanûna Hejmar 6284'an jî dibêje; Heke hûn rastî şîdetê werin, ne hewce ye ku hûn biçin qereqola polîsan. Hûn dikarin bi rêya telefonkirina Xeta Şîdetê an jî bi sepana KADES bigihîjin me. Hevalek an cîranek jî dikare biçe û li ser navê mexdûr giliyê bike. Ev hemû di qanûnê de pir eşkere ye. Lê hêzên ewlehiyê wê bicîh naynin. Ji bo wan sûdmend nîne ji ber ku xerabiyek rêxistinkirî ya cidî heye. Ger kesek rastî şîdetê were, ev pirsgirêkek giştî ye, ne pirsgirêkek takekesî ye. Ji ber vê yekê, dema ku jinek diçe qereqola polîsan, ew wê razî dikin ku biçe malê. Em têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê didomînin."   Esra Çîçek Mercan li ser xeta telefonê ya ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan hatiye avakirin wiha got: "Mixabin, em nikarin bibêjin ku têkoşîna me têrker e. Em dikarin di hin waran de kêmasî bibînin. Gelek jin hene ku em nabînin, dengê wan nayên bihistin. Lê em xwedî biryar in ku têkoşînê berfireh bikin. Gelek hevalên me hene ku têkoşîna xwe ji bo ku bibin dengê jinan veqetandine. Çawa ku têkoşîna jinan a berê rê li ber me vekir, îro jî em armanc dikin ku rê li ber kesên ku piştî me tên û têkoşînê bigihînin asta herî bilind vekin."   Banga hevgirtin û yekitiyê    Esra Çîçek Mercan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li seranserê Amedê, di sala 2025'an de 11 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Bi qasî wan mirin û xwekuştinên gumanbar ên jinan jî hene. Bi dehan ji van wekî xwekuştin hatin nîşandan. Em ê bibin dengê wan, van dozan bişopînin û her tiştê ku ji destê me tê bikin da ku lêpirsînên zelal werin kirin. Em ê vê têkoşînê hem li ser medyaya civakî û hem jî li kolanan ku rêxistin hêza herî mezin e, berfireh bikin. Ji vir û pê ve, ez dixwazim careke din bang li hemî jinan bikim ji bo hevgirtin û yekitiyê."