Ji bo tevlîbûna ‘Meşa Aştî û Civaka Demokratîk’ bang 2025-08-08 11:52:11   AMED - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê têkildarî “Meşa Aştî û Civaka Demokratîk” li Amedê daxuyaniyek da û got: "Wek Meclîsên Ciwanan, em ê bi rêxistinkirina xwe gund bi gund, kolan bi kolan, tax bi tax û bajar bi bajar erk û berpirsiyariyên vê qonaxa dîrokî bi cîh bînin."   Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 14’ê Tebaxê de li Amedê “Meşa Aştî û Civaka Demokratîk” li dar bixe. Meclisa Ciwanan, têkildarî mijarê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyaniyek da. Metna bi kurdî ji hêla endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)  Sultan Yorulmaz, metna tirkî jî ji hêla endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Yusuf Demîr Polat ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Wekî ku hûn dizanin, di peyama  Rêber Apo ya 'Xwe bi rêxistin bikin, bi rêxistin bikin!' ya ji bo Meclîsa Ciwanan a di 4'ê Nîsanê de, me, wekî Meclîsên Ciwanan ên DEM Partî  û DBP, kampanyaya xwe ya 'Em li ser Jiyana Sosyalîst israr dikin, em bi Rêbertiya Azad xwe bi Rêxistin dikin!' da destpêkirin. Ji dema destpêkirina kampanyaya me ve, me wekî hêza pêşeng û rêveber di rêxistinkirin û avakirina hewildanên ji bo Avakirina Civakeke Aştîxwaz û Demokratîk de berdewam kiriye û berdewam dikin.   Banga dîrokî yê 27'ê Sibatê, Ruhê Serdema Nû û Ruhê Pêşketinê sembolên ji nû ve zayîn, vejîn û hebûnê ne. Çawa ku Ruhê Pêşketinê guleyek e ku di hişê lawaz ê Kurd de hatiye avêtin, banga 27'ê Sibatê xala werçerxê ya serdemeke nû ye ji bo gelên Tirkiyeyê û gelê me yê welatparêz. Wek Meclîsên Ciwanan, em ê bi rêxistinkirina xwe gund bi gund, kolan bi kolan, tax bi tax û bajar bi bajar erk û berpirsiyariyên vê qonaxa dîrokî bi cîh bînin.   Konsera me ya  ku bi slogana 'Bi Ciwanên Pêşeng Festîvala Civaka Demokratîk' were lidarxistin, dê roja Pêncşemê 14'ê Tebaxê saet di 17:00'ê êvarê de bi meşekê ji navenda DEM Partiyê  ber bi qada konserê ve dest pê bike. Piştre festîval dê li Qada Bajêr (Kent Meydani) dest pê bike.   Em hevalên xwe yên jin ên welatparêz, ciwanên welatparêz û gelê welatparêz ê Amed vedixwînin Festîvala Ciwanan a ku dê bi ruhê hevaltiya komînalîst were lidarxistin."   Daxuyanî bi dirûşma “Biji berxwedana ciwanan” bi dawî bû.