Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir 2025-08-08 11:26:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenada Çand û Hunerê ya Hesekê dest pê kir.   "Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a Hesekê dest pê kir.   Di konferansê de nêzî 500 siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asûr-Kildan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û şêx Murşîd El Xeznewî amade ne.    Di konferansê de li ser navê saziyên leşkerî û siyasî axaftin werin kirin. Her wiha di konferansê de dê peyamên nûnerên Durzî û Elewiyan ji bo pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin xwendin. Dûre dê belgenameya konferansê were xwendin, nîqaş û pêşniyar werin kirin. Di dawiyê de encamnameyek were xwendin.   Girêdayî mijarê, endamê komîteya amadekar a konferansê Hikumet Hebîb ji ajansa me re axivî û got: "Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê, bûyerên li herêmê û ketina Sûriyeyê ya pêvajoyeke nû, diviyabû destpêşxeriyeke civakî ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo lidarxistina vê konferansê hebûya. Da ku ev konferans peyamek ji bo tevahî sûriyeyiyan be ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo avakirina civakeke demokratîk a nenavendî, civakeke hevgirtî ye."   Hebîb diyar kir ku wê ev belgename û encamên konferansê banga têkoşîna li dijî kîndariyê bikin, banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh û piştgiriya hêzên nîştimanî ji bo çareseriya demokratîk bikin, da ku Sûriyeyeke nenavendî ji bo mafên tevahî welatiyan misoger bibe, were avakirin.