Li Hesekê komxebata piştgiriya jinên Siwêdayê tê lidarxistin 2025-08-05 13:30:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sernavê “Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê li dijî qirkirinê” jinên Hesekê komxebatek tê lidarxistin.   Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li bajarê Hesekê komxebatek bi sernavê “Bi hev re ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê li dijî qirkirinê” li dar dixe. 65 jinên nûnertiya Kongreya Star, Yekitiya Jinên Suryan, Tora Fermandarên Aştiyê, Rêxistina Şawiska û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî tev li komxebatê bûne.   Di heman demê de nûnerên Meclisa Jinan a MSD’ê, Kordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Koma Jinan a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Edaleta Civakî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinên Sûriyeyê û kesayetên serbixwe jî beşdarî komxebatê bûne.   Komxebat dê li ser 2 beşan bi rê ve biçe. Ya yekem “Rewşa li Sûriyê û binpêkirinên li dijî jinan” e. Cîgira hevserokên MSD’ê Canda Mihemed dê serkêşiya vê beşê bike. Dê mijarên girêdayî tundiya li dijî jinan û binpêkirinên têne kirin, werin nîqaşkirin. Di heman demê de dê rêbaza xweparastinê ya jinan û bidawîkirina tundiya li dijî wan werin destnîşankirin.   Di beşa duyemîn de jî dê mijara “Binpêkirinên li dijî jinên Siwêdayê” were rojevkirin. Koordînatira Kombûna Jinan a Zenûbiya Meryem Mihemed Elî dê vê beşê bi rê ve bibe.   Komxebat vê sibehê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê peyama bideng a jinên Siwêdayê ji komxebatê re hatiye şandin, hate guhdarkirin. Di peyamê de rewşa jinan li Siwêdayê hate bibîrxistin û piştgiriya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji Siwêdayê re hate silavkirin.   Komxebat di çarçoveya rêzeçalakiyên Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên piştgiriya jinên Siwêdayê de ku 30’ê Tîrmehê dest pê kiriye, bi rê ve diçe.