ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2025'AN 2025-08-03 09:00:00     *Di rojên borî de li navçeya Çinarê ya Amedê li 4 zarokî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatibû kirin. Endama rêveberiya Lijneya Navenda Mafên Zarokan a Amedê parêzer Ayşegul Moray bertek nîşanê berdana gumanbaran da û got: “Ev biryar hêzê didin gumanbaran. Polîtîka bêcezahiştinê ya pêk tê ne pirsgirêkek şexsî ye ya pergalê ye.” DÎMEN HEYE   *Li ser pirsa me ‘di nava 10 rojan de we qet çete dît’ dayê Xemê wiha bersiv da: “Na me qet rû bi rû çete nedît. Tenê dengê wan me dibîhist, ji kolan û cadeyan tenê dengê wan dihat.”  DÎMEN HEYE   *Endama Lijneya Rêveberiya DAD'ê ya Mersînê Aynur Şahîn Ozdemîr da zanîn ku li Sûriyeyê  tê xwestin Elewî û Durzî bên tunekirin, qirkirin û got: “Divê xizmên Elewî û Durziyan li Tirkiyeyê bibêjin aştî û bibin alîgirê pêvajoyê." DÎMEN HEYE   *Bêrîvanên mîrateya bi sedan salan didomînin diyar kirin ku qedexeya zozanan li pêş wan astengkiyek mezine û wiha gotin: “Em pezên xwe ji guhanên wan nas dikin. Ew jî me ji dengê me nas dikin. Em berîvan alîkariyê didin hev bi hev re diçin û tên.” DÎMEN HEYE   *Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevger balkişand ser têkoşîna aştiyê ya jinan û diyar kir ku aştî parçeyek keda wan e. DÎMEN HEYE