Ayşe Panûş tehliye bû 2025-07-29 15:56:27     STENBOL - Girtiya HDK'yî Ayşe Panûş di rûniştina yekem de serbest hat berdan.   Li Ayşe Panûs a HDK'yî bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Rûniştina ewil a dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê hat dîtin. Girtiya HDK'yî Ayşe Panûş di rûniştina yekem de serbest hat berdan.   Endama Sendîkaya Perwerdehiyê Ayşe Panûş ku 6 meh in li Girtîgeha Girtî ya Bakirkoyê tê girtin, li ber deriyê girtîgehê ji aliyê hevalên xwe yên çalakger ve bi çepik û dirûşmeyan hate pêşwazîkirin.