Konferansa 'Girîngiya Yekîtiya Kurd' dest pê kir 2025-07-26 11:52:55   AGIRÎ - Konferansa bi navê “Girîngiya Yekîtiya Kurd” ku ji aliyê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve tê lidarxistin, li navçeya Bazîdê dest pê kir.   Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, li navçeya Bazîd a Agiriyê bi dirûşma “Bi Armanca Yekîtiyê Ber Bi Aştiyê Ve” konferansa bi navê “Girîngiya Yekîtiya Kurd” li dar dixe. Konferans, li eywananeke dawetê ya li Bazîdê dest pê kir. Hevberdevkên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk ên Giştî (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan ê Giştî (HDP) Cahît Kirkazak, siyasetmedar Gulten Kişanak, Partiyên Kurdistanî, hevşaredar û parlementerên DEM Partiyê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên DEM Partî û DBPê yên bajarên Herêma Serhedê, rewşenbîr, nivîskar û gelek kes tev li konferansê bûn.   ‘Roj roja gelê Kurd e’   Konferans ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di destpêka konferansê de axivî û xêrhatina beşdarvanan kir. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, da zanîn ku ev konferans gelek dîrokî ye û dê neviyên Ehmedê Xanî ji bo gelê Kurd xebatên xwe bimeşînin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku sed sal in Kurd tên parçekirin û tunekirin, lê belê Kurdan van sed salan jî serê xwe li ber desthilatan netewandiye. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêzdar Abdullah Ocalan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ne tenê Bakur, li çar parçeyên Kurdistanê deng veda. Divê em li gorî vê bangê eşîr û malbatên xwe danin cihekî. Em pêşiya her tiştî Kurd in, roj roja gelê Kurd e.”   Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç jî axivî û diyar kir ku Kurdan li ser bêtifaqiyê, tifaq kiriye û êdî Kurd li ser tifaqbûyînê xwe rêxistin dike. Mehmet Kamaç, da zanîn ku dijminên Kurdan hertim dixwazin Kurdan tune bikin û ev konferans dê bibe wesîleya tifaqa Kurdan. Mehmet Kamaç, anî ziman ku dixwazin rojavayê Kurdistanê ku rastî êrîşên mezin hatiye, tune bikin û got: “Li Bakur xwişk û biratî, li Rojava qirkirin nabe. Gava çek şewitandinê ya li Silamaniyê çerxa felekê şikandiye û bawerî daye Kurdan. Em bûn şahidê konferansa Rojava jî û hemû miletê Kurd benda wêneyekî wisa bûn. Xîreta neviyên Şêx Seîdê Kal, Seyîd Riza, Qazî Mihemed li vir, li Bazîda Agiriyê ye.”   Piştî axaftinan silayta ku Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk amade kiriye, hat temaşekirin. Konferans bi rûniştina yekemîn a bi navê “Di dîrokê de bêtifaqiya Kurdan û encamên wê” didome.