‘Heta ku aştî neyê avakirin, komkûjî bi dawî nabin’ 2025-07-22 09:05:07   Rojda Aydin    DÊRSIM - Her çend komkujiyên sîstematîk û polîtîkayên koçberiya bi darê zorê yên li ser civakên Elewî û Durzî ji hêla jinên Elewî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ve wekî “êşek nas” hat binavkirin û jinan tekez kirin ku ji bo bidawîbûna komkujiyan pêwîstiya avakirina aştiyê heye.   Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku bi salan e didome, hîn jî kêmneteweyên olî û etnîkî, bi taybetî Elewî û Durzî hedef digire. Jin û zarok ji ber nasnameyên xwe yên mezhebî bi awayekî sîstematîk rastî êrîşan tên, gund tên şewitandin û înfazên girseyî pêk tên. Niha, hêzên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê dest bi hedefgirtina Elewî û Durziyan kirine û komkujiyan pêk tînin. Jinên Elewî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, komkujiyên sîstematîk û polîtîkayên koçberiya bi darê zorê yên li ser civakên Elewî û Durzî wekî “êşek nas” bi nav dikin. Jinên Elewî yên ku beşdarî “Komxebata Dayikan” a li Dêrsimê bûn, tekez kirin ku ev êş ne tenê li seranserê sînor tê jiyîn, lê heman çarenûs ji Dêrsimê heta Sêwas û Mereşê dirêj dibe.   Elîf Hurustan ku bi eslê xwe ji Gimgimê ye û ji Îzmîrê beşdarî komxebatê bû, diyar kir ku herêma Kurdistan û Tirkiyeyê bi salan e bi komkujiyan ve girêdayî ye û vê rastiyê bandorek kûr li ser hemû beşên civakê kiriye.     ‘Li erdnîgariya me dawî li komkujiya nayê’    Elîf Hurustan got, “Em ji van komkujiyan ne xerîb in” û bi bîr xist ku Elewî, Kurd û komên din ên civakî di tevahiya dîrokê de êşên bi vî rengî kişandine. Elîf Hurustan, wiha domand: “Her çiqas em bi xwe nebînin jî, em jê haydar in. Şer bi rastî tiştekî xerab e.” Elîf Hurustan, tekez kir ku şer bi salan e berdewam dike û got ku ew êdî bêriya jiyaneke li ser bingeha çand û baweriyê dikin. Elîf Hurustan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin ku ji aliyê çand û baweriyê ve wateyek cuda jî hebe. Lê mixabin, li vê herêmê dawiya komkujiyan nayê.”   ‘Wekî ku ew komkujî me jiyabe…’   Elîf Hurustan, bi bîr xist ku ji Komkujiya Dêrsimê ya 1938’an bigire heta Komkujiya Sêwasê gelek bûyerên bi êş di dîrokê de hatine nivîsandin û wiha domand: “Tirkiye bi salan e di komkujiyan re derbas bûye. Komkujiya 38’an, Komkujiya Sêwasê... Em bi rastî dibînin ka ev jin, ev jinên ku dilsozê vê baweriyê ne, çawa vê yekê hildigirin.” Elîf Hurustan, behsa şerên li Rojhilata Navîn jî kir û diyar kir ku komkujiyên ku li Sûriyeyê qewimîn ji bo gelên li herêmê dijîn ne xerîb e û wiha pê de çû: “Dema em wan komkujiyan dibînin, wekî ku me ew bi çavên xwe jiyane. Ji ber ku em wan çêtir fam dikin, ji ber ku me ew êş jiyaye.”   ‘Rêxistinbûn, hevgirtin û serhildan tuneye’   Elîf Hurustan, destnîşan kir ku civak û bi taybetî jin bi rûyê rastîn ê şer re rû bi rû ne û wiha axivî: “Wek jin, wek civak, me hîn ev yek fêm nekiriye. Em dibînin ku şer çiqas xirab e ku ew pêşî li jin û zarokan dixe. Tecawiz li jinan tê kirin, jiyan wêran dibe… Lê mixabin, em nikarin tiştekî bikin. Ev êşdar e. Tenê di gotinan de maye. Ne rêxistin heye, ne hevgirtin heye, ne serhildan heye.”   ‘Dixwazin me tune bikin’   Elîf Hurustan, tekez li ser pêwîstiya avakirina aştiyê kir û destnîşan kir ku divê êdî mirov bi baweriyên xwe re jiyaneke bi aştî û bê tirs bijîn û wiha bertekên anî ziman: “Em dixwazin aştî were ser van axan û mirov nemirin. Bila êdî nemirin ciwan, jin… Em dixwazin baweriyên xwe bi azadî pêk bînin. Em dibêjin êdî bes e. Bi van komkujiyên li dijî Elewiyan dixwazin me tune bikin.”   ‘Ev êş ji bo me hemûyan e’   Elîf Hurustan da zanîn êş hevpar in û got, “Ne mimkun e ku mirov bibêje ku şer dê bandorê li me neke” û wiha pê de çû: “Îro ji bo wan e, sibê ji bo me ye. Şer bandorê li her kesî dike, tevî zarokan û jinan. Pêwîst e em hemû beşdarî vê pêvajoyê bibin.”  Elîf Hurustan, tekez li ser pêwîstiya avakirina aştiyê ya bi hev re kir û ev bang kir: “Divê em hemû berpirsiyariyê bigirin ser xwe û bêtir fedakariyê bikin. Werin em aştiyê ava bikin da ku ev komkujî bi dawî bibin. Ji ber ku ev êş ne tenê ji bo Elewî û Kurdan in; ew ji bo me hemûyan e.”   ‘Li dijî komkujiyan têkoşîn tê dayîn’   Elîf Hurustan, got ku komkujiyên ku Elewî û Kurdan jiyane, çarenûsek hevpar e û wiha got: “Dema ku em ji rabirdûyê ber bi îroyê ve dinêrin, em dikarin bibêjin ku Kurd û Elewî xwedî çarenûsek hevpar in. Komkujî û êş her tim hebûn. Têkoşîna li dijî vê yekê eşkere ye.”   ‘Heke em bibin yek, êş wê kêm bibe’   Elîf Hurustan, tekez li ser girîngiya hebûna di demekê de ku behsa aştiyê tê kirin kir û banga xwe ya têkoşînê bi van gotinan bi dawî kir: “Niha tam wextê wê ye. Divê em vê têkoşînê bi qebûlkirina xwe û bi bicihkirina stargehên xwe yên ziyaretê berfirehtir bikin. Êş tenê eger em yekgirtî bin dê kêm bibe. Eger em ne yekgirtî bin, em ê bêtir êşê bikişînin.”   ‘Ji dîrokê ve komkujî berdewam dikin’    Cevahîr Altinok ji Seyit Derweş Cemal Ocaxê ye, tekez kir ku komkujiyên ku di dîrokê de berdewam kirine bi piranî li dijî kêmneteweyan bûne hedef û bal kişand ser zilm û zordariya li ser bingeha baweriyan tê kirin. Cevahîr Altinok, wiha pê de çû: “Ji dîrokê ve komkujî berdewam dikin. Çi Kurd bin, çi Elewî bin, çi Tirk bin ku kêmneteweya herî mezin in, çi hemû kêmneteweyên ji bilî Îslamê bin, bêyî ku bawerî çi be... Ev komkujî, ev zilm berdewam dike. Armanca me çi ye? Em her tim li aliyê aştiyê bûn. Em her tim li aliyê evînê bûn. Mafê hemû gelan heye ku bi hev re bi  bijîn.”   ‘Mafê hemû gelan e bi hev re bijîn’   Cevahîr Altinok, bi daxwaza jiyanek bê şer û pevçûn kir û wiha berdewam kir: “Bila aştî bê şer û pevçûn be. Bila dayik negirîn, bila hêstir nebarin, bila zarok nemirin. Armanca me ne şer e, ne zehmetî ye. Mafê hemû gelan heye ku bi hev re bijîn. Bila her kes bibe yek. Em neçar in bi hev re bijîn.”   ‘Bila hêsirên çavan nebarin’   Cevahîr Altinok, da zanîn ku hemû welatiyên vî welatî xwedî mafên wekhev in û banga xwe ya ji bo aştiyê dubare kir û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku em hemû welatiyên vî welatî ne. Em hemû li vî welatî dijîn, em hemû welatî ne. Em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Divê hêsir nebarin. Divê zarok nemirin, divê jin nemirin. Armanca me ev e.”   ‘Ji ber çi qetil dikin?’   Cevahîr Altinok, diyar kir ku bingeha baweriya Elewiyan xweşî û aştî ye û wiha dom kir: “Di baweriya Elewiyan de, tehemûl heye, evîn heye. Aştî heye. Ew qet kesî ji hev dûr naxe.” Cevahîr Altinok ku rexne li cudakariya li ser mirovan a li gorî baweriyên wan kir, wiha domand: “Em vê êrîş û komkujiya li dijî tu mirovekî, tu welatiyekî, heta yek mirovî jî qebûl nakin. Ji ber çi qetil dikin? Ji ber naşibin wan qetil dikin? Em vê yekê rast nabînin.”   Li dijî komkujiyan banga aştiyê   Cevahîr Altinok, bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, destnîşan kir ku daxwaza hevpar a gel aştî ye û axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Hemû gel aştiyê dixwazin. Tu kes ji me şer an komkujiyan naxwaze. Bila yekîtî hebe. Divê hemû beşên civakê bibin yek. Êdî divê kes nemire. Min ew jiyan neafirand da ku ez bikaribim wê bistînim. Çima divê ez wê jiyanê bistînim? Bila nebe. Ji bo pêşiya komkujî û şer bê girtin divê di demek nêz de aştî pêk were.”