ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-22 09:00:00   *Di xebata "Komîsyona Lêkolîna Rêyên Aştiya Civakî û Pêvajoya Aştiyê" de, ku di sala 2013’an de hate damezrandin, nebûna têkiliya rasterast bi Abdullah Ocalan re û temsîliyeta Kurdan a bi sînor rê li ber kûrbûna pêvajoya aştiyê girt. Perspektîfa navendî ya "têkoşîna li dijî terorê" daxwazên dîrokî û siyasî yên gelê Kurd tarî kir. Gelo vê carê jî heman tişt wê bibe? DOSYA    *Jinan tekez kirin ku êrîşa polîsên nijadperest ên li ser muzîka Kurdî li Stenbolê nîşaneya polîtîkayên nijadperest ên demdirêj ên dewletê ye û xwestin ku sûcdar ji bo vê êrîşê, ku di demekê de ku behsa aştiyê dihat kirin, werin cezakirin. DÎMEN HEYE    *Cîgira Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî diyar kir ku PKK’ê îradeya xwe ya ji bo aştiyê nîşanî cîhanê daye û divê êdî gavên ber bi demokratîkbûnê ve ji aliyê dewletê ve werin avêtin. Gulseren Yolerî got, "Veguhestina berpirsiyariyê pêk hatiye."DÎMEN HEYE