Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin 2025-07-20 13:38:36   ÎZMÎR – Demet Akarsu ya ku li navçeya Çîglî dijiya ji aliyê hevjînê wê yê berê ve hate qetilkirin.   Demek Akarsu (45) ya ku li navçeya Çîglî ya Îzmîrê dijiya, ji aliyê mêr ê ku berdabû Halîl T. (46), bi kêrê ve hate qetilkirin. Piştî agahdarkirina şêniyên taxê komên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê bûn. Piştî midaxileya koma tenduristiyê, Demet Akarsu ya ku bi giranî hatibû birîndarkirin, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Çîglîyê. Rexmê hemû midaxileyan Demet Akarsu, jiyana xwe ji dest da.    Halîl T. ê ku piştî bûyerê hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hate girtin.   Hate zanîn ku dê cenazeyê Demet Akarsuyê, îro li Goristana Dogançayê bê definkirin.