‘Li dijî qirkirina Elewiyan em ligel jinan e’ 2025-07-19 19:27:13       NAVENDA NÛÇEYAN- Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye li dijî êrişên dijî êrîşên HTŞ’ê  banga piştevaniya bi jinên Elewî re kirin.   Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye daxuyanî da û êrişên li Sûriyeyê yên li hemberê jinan şermezar kir. di çalakiyan de banga piştevaniya bi jinan re hat kirin.   Stenbol   Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heye  li dijî êrîşan li taxa Teşvikiye ya Stenbolê li ber Seferatxaneya Stnebolê ya Komara Ereb a Sûriyeyê daxuyanî da.   Li ser navê girseyê Gulyeter Aktepe daxuyanî xwend.Piştî xwendina metnê, daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.   Hatay    Li navçeya Defne ya Hatayê jî Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min bi Aştiyê Heyet li dijî êrîşan li ber Lîseya Anadolu ya Necmî Asrufoglu daxuyanî hat dayîn. Gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Hulya Kavuk axivî û da zanîn ku lidijî qirkirina Elewiyan  têdikoşin û got: “Bedena jinan her tim bûye qada şer a mêran.Em vê normal nakin. Em ji bo jiyana xwe têdikoşin. Em li dijî kolekirin, firotina jinan wê li qadan bin. Em banga piştevaniya bi jinên Elewî re dikin.”