Zarokekî ji ber tundiya birayê xwe jiyana xwe ji dest da 2025-07-15 13:58:43 AMED  – Li navçeya Pîranê zarokekî, ji ber tundiya birayê xwe jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Pîran a Amedê, zarokekî ji ber tundiya zarokê ku hat hînkirin birayê wî ye, jiyana xwe ji dest da. Bûyer di 11'ê Tîrmehê roja înê de qewimî. Zarok, tahdeyeke fizîkî li birayê xwe kir. Zarokê ku ji ber derbên li ser dilê xwe û sînga xwe ji ser hişê xwe ve çû, rakirin nexweşxaneyê. Zarokê ku li vir hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.   Li ser vê yekê zarokê ku tundî li birayê xwe kir hat binçavkirin. Piştî du rojên binçavkirinê îfadeya zarok hat girtin û duh sewqî edliyeyê hat kirin. Dadgeriya nobedar, biryara girtinê da û zarok şand girtîgehê.   Hat zanîn ku Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê û Tora Xebatên Zarokan a Amedê, bûyerê dişopînin.