Ji Şandeya Îmraliyê ya hişyariya ‘manîpulasyonê’ 2025-07-14 18:06:41   ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, têkildarî nîşeyên tên îdiakirin têkildarî hevdîtina li Îmraliyê ne, daxuyanî da û got: “Divê ji bilî daxuyaniyên şandeya me parve kirine, tu nîşeyên din esas neyên girtin.”   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî belge û îdiayên li ser medyaya civakî têkildarî hevdîtina li Îmraliyê hatiye parvekirin, daxuyanî da.    Daxuyaniya bi îmzeya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wiha ye: “Ev demeke hinek derdor li ser medyaya dijîtal nîşeyên tên îdiakirin têkildarî hevdîtinên li Girava Îmraliyê ne parve dikin û şîrove dikin. Bêguman raya giştî hevdîtinên di navbera birêz Ocalan û şandeyê de û nêrînên birêz Ocalan ên têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mereq dike, li bendê ye û dişopîne. Têkildarî hevdîtinan, şandeya me bi çapemenî û raya giştî re agahiyan parve dike. Divê kesek ji bilî belge û agahiyên şandeya me parve dikin, tu agahî û belgeyên hatine tehrîfkirin, spekulatîf û bêbingeh esas negire.    Weke rêgezeke civaka demokratîk em ji bo hemû nêrînên dijber û yên nedijber rêzê digirin. Lêbelê em helwestên ku xwe dispêrin agahiyên nerast û belge û agahiyên bêbingeh ku baweriyê dişikînin jî weke hewldanên provakatîf dinirxînin.    Mijarên têkildarî aştiya civakî, ji nîqaş û hevdîtinên cidî, pêbawer û heta astekî veşarî digirin nav xwe. Weke DEM Partiyê û Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê em di mijara xebatên xwe de pir bi baldarî tevdigerin.    Hemû hevdîtinên li Girava Îmraliyê tên kirin, bi beşdariya şandeya me hatine kirin. Ji bilî vê tevahiya îdiayên din tu eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Her wiha ji bilî nîşe û belgeyên şandeya me parve kirine, divê tu nîşe û belgeyên din esas neyên girtin.”