Ji bo komkujiya Zîlanê daxuyanî: Lêborînê bixwazin 2025-07-13 13:23:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevkê Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû qurbaniyên Komkujiya Zîlanê bi bîr anî û bang li dewleta Tirk kir ku hesabê komkujiyê bide û lêborînê ji gel bixwaze.   Yuksel Mûtlû di daxuyaniyê de got, "13'ê Tîrmeha 1930'î li Geliyê Zîlanê bi hezaran mirov hatin kuştin. Jin, zarok, extiyar bi bombeyan, bi tivingan hatin qetilkirin. Mal hatin şewitandin, gund ji holê hatin rakirin, mirovên sax man jî hatin sirgûnkirin. Komkujiya Zîlanê yek ji mînakên herî giran ên polîtîkaya înkar û îmhayê ya bi rêk û pêk e ku li dijî gelê Kurd tê kirin."   DEM Partiyê diyar kir ku yek ji hêmanên bingehîn ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rûbirûbûna bi rabirdûyê ye û got, "Zîlan birîneke hevpar a her kesî ye ku daxwaza jiyaneke wekhev û azad dikin. Di heman demê de berpirsyariyeke hevpar e.   Lewma;                  Komkujiya Zîlanê divê ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve bi fermî bê naskirin û bi rengekî eşkere lêborîn ji gel bê xwestin.   Di bin sîwana Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê Komîsyoneke Lêkolînê ya berfireh bê avakirin.   Geliyê Zîlanê divê weke cihê rûbirûbûn û bîrê bê parastin, gundên hatin îmhakirin, şopa jiyana hate tinekirin, bi nêzîkatiyeke çêker divê nîşandan.   Sîstemeke ku heqîqetê înkar bike nikare aştiyê biafirîne. Edalet jibîrkirin nîne; bi rûbirûbûnê ava dibe. Me Zîlan ji bîr nekir."