Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî 2025-07-12 11:00:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên amadekariya endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji beriya merasîma şewitandina çekan hat dayîn.    Koma gerîlayên azadiyê ya ku ji 15 jin û 15 mêran pêk dihat, destpêkê li peyama bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd dinêrin. Rêber Apo dema dest bi axaftinê dike, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne Ey Serok!”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” hatin berzkirin.   Piştî temaşekirina dîmenê Abdullah Ocalan, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat xîtabî gerîlayan dike.   Besê Hozat van tiştan diyar dike: “Em îro ji bo karekê girîng û dîrokî kom bûne. Wekî ku hemû heval jî dizanin, di sala 2024’an de ev pêvajo gihîşt qonaxekî nû. Ev deh sal in zêdetir e gelê me û tevgera me bi êrişên dewleta Tirk ên qirkirinê re rû bi rû ne. Ligel êrîşan jî dewleta Tirk negihîşt armancên xwe. Hemû planên ku kiribûn vala derketin û encamên ku dixwestin negirtin.   Gerîla di vê pêvajoyê de berxwedaneke mezin nîşan da. Li vir em hevalên ku vê berxwedanê pêş xistin pîroz dikin û hevalên ku gihiştin şehadetê bi rêz û bi mînetdarî bi bîr tînin. Bi saya berxwedana wan planên dijmin vala derket. Bi taybet li Metîna û Zapê xitimandinek jiyan kirin. Armanca wan di sê salan de xwe gihandina Qendîlê bû. Lê belê ev plan bi ser neket û nemeşiya.   Ev berxwedan tenê li çiya ne, di dilê gelê me de jî mezin bû. Li her çar parçeyên Kurdistanê, gelê me her dem li ser piyan bû û piştgiriyek mezin da tevgera me. Berxwedana gerîla hêvî û wêrekiyek mezin jî da gelê me. Bi saya vê îradeya hevpar îro tevgera me li ser piyan e û bi awayek hêztir meşa xwe didomîne.   Wekî ku Rêber Apo jî dibêje: “Divê li her dere komun bên avakirin.” Ev gotin îradeya xwerêvebirin û xweseriyê îfade dike. Ev xeta xweseriyê ye. Tevgera me vê xetê tenê li Kurdistanê na, li Tirkiyê, Îran û Iraqê jî dixwaze belav bike. Bi vê rêyê dixwaze hem azadiya Kurdistanê bi dest bixe hem jî demokratîkbûyîna Tirkiye pêk bîne.   Tê dîtin ku gerîlayên ku dîmenê Rêber Apo temaşe kirin û dengê wî bihîstin, bi kelecan û bi coş bûn. Gerîlayan diyar kirin ku ev gav destpêkek nû û jidayikbûnek nû ye û wiha gotin, “Em ê biçin agirê ku Mazlum, Zekiye û Rahşan pêxistî, gur bikin. Em ê biçin talîmata Rêber Apo bi cih bînin.”