Deriyê aştiyê çima her carê tê girtin? 2025-07-07 09:04:16 Dîlan Babat   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewlet her sal pisgirêka Kurd wek ‘tehîda ewlehiyê’ dibîne û ji 1999’an şûnde gavên ku PKK’ê avêt li gorî berjewendiyên xwe bikar anîn. Pêvajoya muzakereyê ya nû destpêkiriye jî, desthilatdarî tenê wek mijara ‘berdana çekan’ dibîne û ev jî qels dimîne.   Mijara Kurd ku tevî xwedî aliyên siyasî, çandî û dîrokiye, ji aliyê dewletê ve bi salane ji paceya ‘tehîda ewlehiyê’ hatye dîtin. Ev nêrîn jî her tim vebûna kanalên siyasî û demokratîk asteng kiriye. Ji 1999’an heta niha tevî bangên aştiyê yên PKK’ê û agirbesta yek alî jî hewldaneke çareseriyê ya dewletê tunebû û her tim pevçûn parastiye.   Têkbirina 1999’an   Piştî girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şûnde PKK derket derveyê sînor û ev ji bo aştiyê wek gaveke derfeta dîrokî hat dîtin. Lê dewletê ev gav wek ‘rêxistin qels bûye’ binav kir û ne wek muzakere wek ‘derfeta tasfiyeyê’ nirxand. Dewletê aliyê siyasî yê pirsgirêkê ji nedîtî ve hat û li dijî daxwazên civaka demokratîk a Kurd deriyên xwe girt.   Berlêvekirina demokratîk wek sîmge ma   Pêvajoya ‘berlêvekirina demokratîk’ ya di 2009’an de destpê kir de ji PKK’ê ji Mexmur û Qendîlê komên aştiyê şand û îradeya çareseriyê nîşan da. Lê endamên komên hatin çandin hatin girtin. Lİ şûna baweriya bi pêvajoyê bê tahsîskirin, dewletê gavên ji bo aştiyê ceza kir.    Veguherî lêgerîna hilbijartinê   Peyama Abdullah Ocalan ya Newroza 2013’an, jib o çareseriya aştiyê zemînek şênber ava kir. Lê ev pêvajo li şûna bi reformên demokratîk û ewlehiya destura bingehîn bê destekirin, ji aliyê dewletê ve bi hesabên hilbijartinê hat rêveberin.   Îradeya aştiyê û bêdengî   Yekê cotmehê de serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî got ‘bila Ocalan bê meclîsê biaxive’ û piştî vê ji Îmraliyê banga aştiyê hat. PKK’ê kontreya xwe pêk anî û xwer fesh kir.  lê dewletê pêvajo dîsa ji ser paradîgma ‘dest ji çekan berdin’ xwend û ji reformên demokratîk xwe dur digire.  Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu daxuyanibû ku hinek aliyên dewetê pêvajoyê sabote dikin û gotibûn ‘bêyî tiştek bê kirin êrîş dikin’. Ev jî derdixe holê ku divê dewlet di mijara pêvajoyê de  baweriyê bide.Her wiha divê desthilatdarî ji bendewariya ‘dest ji çekan berdin’ derkevin.   Dema pêş de gavên divê bên avêtin:    “* Divê mafên ziman, çand û demokratîk bên berfirehkirin,   *Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî be û di çareseriyê de rola aktîf bilîze,   *Ji bo avakirina ji nûve a baweriya civakî divê paktên reforma demokratîk bikevin jiyanê.”