Arjîn Dîlek Oncel: Armanc dîtina keda jinê ye 2025-07-07 09:02:03   AMED - Endama MKG’ê Arjîn Dîlek Oncel der barê pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersoz ya yekemîn de axivî û got: “Em kelecanî ne. Hevalên berhemên xwe dişînin jî keleanî ne. Em dixwazin bêyî teredut berhemên xwe bişînin.”   Ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin yên Mezopotamyayê (MKG)  ve îsal yekemîn pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Jinan a Gurbetellî Ersoz pêk tê. Serlêdan 17’ê hezîrana 2025’an de destpê kir û heta 28’ê îlona 2025’an wê bidome.Berhemên bikevin dereceyê wê 6’ê cotmehê bên aşkerakirin.   Endama Lijneya Rêveberiya MKG’ê Arjîn Dîlek Oncel der barê pêşbirkê de axivî.   Arjîn Dîlek Oncel got ew girîngiya nûçegîhaniya jinê esas digire hîs dike û got. “Bedena jinê dikin alav. Di rupelên sêyemîn yên rojnamegeran de cînayetên jinan tên dayîn. Ev cînayet magazînî û pornografîk tên dayîn.nûçeyên tundiyê cih digirin. Ev rewş tundiya li ser jinan zêde dike. Em rojnamegerên çapemeniya azad nûçegîhaniya ku jinê esas digirin dimeşînin. Gurbetellî Ersoz li cihekî girîng cih digire. İj me re mîrateya çapemeniya azad hişt.”   ‘Armanca me keda jinê bê dîtinê’   Arjîn Dîlek Oncel daxuyakirin ku wek MKG li ser navê Gurbetellî Ersoz pêşbirka ewil pêk tînin û got keda jinê keda rojnamegerên jin nayên dîtin. Arjîn Dîlek Oncel wiha vegot: “Bi vê pêşbirkê armanca me eve ku keda jinê keda rojnamegeriyê bê dîtin. Ev ne pêşbirkek klasîke, rojnameger wê berhemên xwe danîn holê û her berhemek ji bo me pir girînge. Em dixwazin keda hevalên me bê dîtin.”   ‘Ji bo hemû gelan çapemeniya azad bû alternatîf’   Arjîn Dîlek di berdewamiyê de anî ziman ku di pêvajoya ku desthilatdarî çapemeniyê wek alav bikar tîne de çapemeniya azad wek alternatîf vejiyaye û daxuyakirin ku çapemeniya azad ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bûye alternatîf. Arjîn Dîlek Oncel di dawiya axaftina xwe de balkişand ser polîtîkayên şerê taybet û got wê her tim li cem gel cih bigirin û got: “bila hemû hevalên me di vê pêşbirkê de cih bigirin. Bila bêyî teredut bila tevli bibin.”