Ji bo doza tecawiza li zarokê bang 2025-07-02 12:01:40   WAN - Platforma Jinan a Wanê ji bo rûniştina ku sibê derbarê zarokeka ku  êrîşa zayendî lê hatiye kirin û dû re jî ber bi xwekuştinê ve hatiye ajotin, banga hevgirtinê kir.   Rûniştina doza zarokeka ku nêzîkî 7 meh berê li navçeya Erdîşê ya Wanê ji aliyê du mêrên bi navê M.B. û G.Y. ve êrîşa zayendî lê hat kirin û dû re jî ber bi xwekuştinê ve hatiye ajotin, dê sibê were lidarxistin. Rûniştina yekem a dozê ku bi tohmetên "îstîsmara zayendî ya zarokan", "heqaret" û "gef û şantaj li dijî jinan" hatiye vekirin, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Ercişê were lidarxistin.   Ji platformê bang   Platforma Jinan a Wanê beriya rûniştinê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bangek kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Zaroka keç a 15 salî di encama îstismara cinsî, şantaj û gefan de dawî li jiyana xwe anî. Ev doz ji bo cezakirina sûcdarên sûcên ku mafê jiyanê, nepenî û rûmeta jin û zarokan hedef digirin bi awayê herî giran, misogerkirina edaletê û pêşîgirtina li êşên bi vî rengî pir girîng e. Wekî çalakvanên mafên jinan, em ê di rûniştinê de bin û heta dawiyê pêvajoya qanûnî bişopînin."   Dê jin piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyaniyê bidin.